Ji bo Newrozê bang kirin: Em Stenbolê veguherînin Amedê 2018-03-13 09:24:04 STENBOL- Nûnerên partiyên siyasî ku gotin "Ger em bikaribin Stenbolê veguherînin Amedê, em ê vê pêşveçûyîna neyînî rawestînin û moral, hêzê biafirînin" destnîşan kirin ku wê Newroza îsal bibe nîşaneya îtrazakirina pergala yekparêz, netewperest, unîter û faşîzan.  Wê îsal li Stenbolê Newroz di 21'ê Adarê de bi dirûşmeya "Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e" bê pîrozkirin. Amaedkariyên ku ji bo Newrozê hatin destpêkirin didomin. Ji bo Newrozê Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Mûsa Pîroglû û Hevberdevkê Partiya Keskan û Çepgir Nacî Sonmez jî bang kirin.    'EM STENBOLÊ VEGUHERÎNIN AMEDÊ'    Pîroglû diyar kir ku divê ew coşa ku jinan di 8'ê Adarê de da destpêkirin bi Newrozê bê tackirin. Pîroglû di pêvajoyeke wisa çewsîner de, wê Newroz bibe nîşaneya bihevrebûna têkoşîna hevpar a gelan û îtiraze li dijî pergalê. Pîroglû destnîşan kir ku wê Newroza îsal bibe nîşaneya îtirazkirina pergale yekparêz, netewperest, unîter û faşîzan a li welat tê ferzkirin. Pîroglû got: "Eger em Newrozê bi girseyî û coşeke mezin pêşwazî bikin, em ê karibin tirsê li ser girên Qesrê peyda bikin. Û bi vî awayî em ê axa derem a li ser xwe bavêjin. Newroza îsal leqayî pêvajoyeke zaf dîrokî tê."    Pîroglû bang li hemû gelên bindest kir ku ew û gelên kurd mil bidin milê hevdu û ji bo Newrozê dakevin qadan. Pîroglû, bi lêv kir ku eger ew mil bidin milê hevdu, bi hev re li dijî pergalê derkevin û Stenbolê veguherînin Amedê ew ê rê li ber vê pêşveçûyîna neyînî bigirin, moral û hêzê biafirînin.    'NEWROZ AGIRÊ AZADIYÊ YE'    Sonmez jî destnîşan kir ku welat veguheriye nêvengeke rêveberiya awarte û ew di şert û mercên Rewşa Awarte de amadekariyên newrozê dikin. Sonmez, anî ziman ku Newroz ji bo gelan remz û cejnek e û got: "Li vê xakê Newroz agirê azadiyê ye. Pêvajoyeke ku gel bi hev re dijîn bi xwe ye. Ji ber vê yekê ye ku îktîdar jiyana bi hev re ya gelan tehamul nake. Di Newroza 2018'an de jî li Rojhlata Navîn û li Tirkiyeyê siyaseteke şerê navxweyî tê birêvebirin. Em hêvî dikin ku Newroz bibe roja aştî, edalet, wekhevî û azadiyê. Em ê di Newrozê de peyamên xwe yên têkoşîna bi hev re, wekhevî, aştî û biratiyê ragihînin hemû cîhanê û gelên Tirkiyeyê."    Sonmez, destnîşan kir ku divê mirov tenê wekî agirê azadiyê li Newroza îsal nenêre, wekî pêvajoyeke ku Tirkiyeyê ber bi demokrasiyê ve bibe û rewşa heyî rawestîne bibîne. Sonmez got armanca wan ew e ku wekî kampanyaya 'Na'yê muaxlifên li Tirkiyeyê bi hemû reng û dengên xwe bi awayekî hevpar bitêkoşin û Newroz jî merheleyeke vê yekê ye. Sonmez, anî ziman ku ji ber vê ew ê wekî partî tev li hemû çalakiyên di vî warî de bibin û ji niha ve ew Newroza herkesî pîroz dikin.    MA / Bilal Seçkin