Li ser tecrîd û yek tîpê axivîn 2018-02-25 18:02:20 STENBOL - Înîsiyatifa Piştevaniya bi Zindanê re (ZDÎ) li Zeytinburnu û Sultanbeylî bi malbatên girtiyan re civîn pêk anîn. Di civînê de li ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  û cilên yek tîp axivîn.    Înîsiyatifa Piştevaniya bi Zindanê re (ZDÎ) li Zeytinburnu û Sultanbeylî, bi armanca balê bikişînin ser pirsgirêkên girtiyan bi malbatên girtiyan re civîn pêk anîn. Di civînê de li ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  tê meşandin û biryara cilên yek tîp ku bi KHK'ê xistin meriyetê u dixwazin li ser girtiyan ferz bikin axivîn. Înîsiyatifê li avahiya HDP'ê ya navçeya Zeytinburnu bi malbatan re civîn pêk anî. Di civînê de Hevserokê DBP'ê  yê Stenbolê Ali Riza Bilgili, Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) û malbatên girtiyan amade bûn. Li salona civîn lê hat li darxistin pankarta "Em dê li dijî jiyan û cilên yek tîpê û tecrîdê deng û berxwedana xwe bilind bikin" vekirin.    ‘CILÊN REX HATIN ÇIRANDIN'    Endamê Înîsiyatifa Piştevaniya bi Zindanê re (ZDÎ) Husnu Taş, diyar kir ku bi ferzkirina yek tîpê dixwazin girtiyan teslîm bigirin û wiha got: "Di salên 1980’an de jî heman feraset li ser girtiyan xwestin têxin meriyetê. Lê rastî berxwedanê hatin. Wê serdemê cilên reş bi berxwedana zindanan hat çirandin. Bi berxwedanê zextên îktîdarê hatin şikandin. Wê demê çawa ew cilê reş hat çirandin dê niha jî cilê reş ê yek tîpê bê çirandin û ev zext dê bên şikandin. Dê têkevin sergoyê dîrokê."   Taş, bal kişand ser tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Di vê mehê de hêzên navneteweyî li ser Birêz Ocalan komplo pêk anîn. Niha jî feraseta komplo li Rojava û Efrinê didome. Beriya niha jî Hevserokê PYD'ê yê Berê Salih Muslim li ewropa hat binçavkirin. Ev yek jî berdewama komploya navneteweyî ye. Di şexsê Rêberê me de komplo didome."   ‘EM DIXWAZIN AZAD BIJÎN'    Hevserokê DBP'ê yê Stenbolê Ali Riza Bilgilî jî diyar kir ku gelê kurd di dirokêde tu carî şer nexwestiye û wiha got: "Kurdan di her serdemê de aştî xwestiye. Em şer naxwazin. Em ziman, çand û nasnameya xwe dixwazin. Em dixwazin azad bijîn. Ev mafê me yê herî xwezayî û rewa ye."    Endama OHP Prz. Sezen Tekin jî bal kişand ser yek tîp û zextên li ser girtiyan û diyar kir ku zextên li ser girtiyan ên li dijî hiqûqê her ku diçe zêde dibe.    Li Navçeya Sultanbeyli ya Stenbolê jî bi tevlêbûna Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Prz. Cengiz Çiçek li avahiya HDP'ê civin hat lidarxistin. Gelek malbat tev li civînê bûn. Civînê bi rêzgirtin û sinevizyonê dest pê kir. Di civînê de ewil Endama Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Prz. Mizgin Dogan, diyar kir ku biryarên KHK'ê li dijî heq, hiqûq û azadiya girtî û mirovan hatiye derxistin û wiha got: "Yek tîp, OHAL KHK li dijî mafên mirovan in. Yek tîp ku bi KHK'ê ferz dikin li dijî hiqûqê ye.  Yek tîp li dijî mafe wekhevî û pirrengiyê ye. Ji xwe li girtîgehê mafê girtiyan tê xwarin. Divê em kesên li derve li dijî vê yekê di nava civakê de zanebûn û hişmendiyekê ava bikin û li dijî vê yekê hişyariyê zêde bikin."    TÊKILIYA SERDEST Û BINDESTAN E'   Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengiz Çiçek jî anî ziman ku tişta niha dixin meriyetê nakokiya çanda kapitalist e û wiha got: “Hilberîna Kapitalizmê çiye? Ne tiştek e. Xizanî, çînî û nakokiyan zêde dike. Mijara yek tîpê jî ji bo karibe berjewendiyên xwe biparêze pêş dixe. Ji bo karibe talaniya kapitalîzmê pêş bixin vê yekê dikin."    Çîçek bal kişand ser gotina Nivîskar û ramyarê Fransî Michel Foucault a “Ger ku hîn bibin serdestê bedenê hûn dê bibin serdestê ruh jî" û wiha got: "Bi serdestiya bedenê dixwazin serdestiya hiş û ruhê mirovan jî bikin. Niha hişmendiya yek tîpê jî dişibe gotina Foucault a bi sedan salan berê gotibû ye.    Panelê bi pirs û bersîvan berdewam kir.