Bîrlîk: Êrîş li ser keda sedsalan a gelane 2018-02-25 16:34:12 MÊRSÎN - Parlamentera HDP’a Şirnexê Leyla Bîrlîk, di 1’emîn Kongreya Asayî ya DBP’a Mêrsînê de axivî û got: “Êrîşa li dijî Efrînê, êrîşa li ser keda sedsalan a gelan, pêşengtiya jinan, jiyan û pergala nû ye.”  Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Yenîşehîra Mêrsînê 1’emîn Kongreya xwe ya Asayê li avahiya partiyê ya Mêrsînê pêk anî. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, enamê Meclîsa Partiyê Erol Demîrhan, rêveber û endamên DBP û HDP’ê yên bajar û navçeyan beşdarî kongre bûn. Piştî hilbijartina dîwanê, deqeyek rêz hat girtin.    'BERPIRSIYARIYA ME DÎROKÎ YE'   Di kongreyê de enamê Meclîsa Partiyê Erol Demîrhan axivî û wiha got: “Li Rojhilata Navîn êdî şerê pergalê tê meşandin. Ji ber vê yekê têkoşîna bi rêxistin kirî girînge. Ger em xwe birêxistin bikin emê hemû polîtîkayan vale derbixin.  Di vî warî de DBP hemleyeke zanebûnê pêş dixe. Erka em ya sereke di pêvajoya bê de eve. Ji ber vê yekê berpirsiyartiya me dîrokiye.”    ‘TIRKIYE HATIYE SER ZINARÊ’   Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî, anî ziman ku bi pêvajoya kaosê ya li Rojhilata Navîn re rû bi rûne û wiha axivî: “Di şexsê Rojhilata Navîn de li cîhana pêvajoyek kaosê beye. Em bi vê kaosê re rû bi rû ne. Li Tirkiyeyê jî her roja ku diçe, faşîzm xwe bi sazî û kok dike. Di sê salên dawî de bajarên Kurdistanê hatin rûxandin. Jin, zarok û ciwan hatin kuştin û kirin girtîgehan de. Îro li vê derê zilmeke awerte tê jiyîn. Ev şewat tenê bi sînorên Kurdistanê re ne sînordare. Ger ev şewat neyê vemirandin, dê  li hemû Tirkiyeyê belav bibe. Îro Tirkiyey ketiye çembereke agir û hatiye ber zinaran.”   Piştî axaftinan rapora faaliyet û aboriyê hatin xwendin û di hilbijartina hat kirin de, Sacîde Yurtçîçek û Emrah Denîz ji bo hevserokatiya DBP’a navçeya Yenîşehîrê hatin hilbijartin.    Rêxistina DBP’a navçeya Yuregîrê ya Edeneyê jî 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li avahiya HDP’a Yüregirê pêk anî û di hilbijartina hat kirin de Turkan Gurtay û Salahattîn Turan ji bo hevserokatiya navçeyê hatin hilbijartin.