Hamzaoglu: Em ê bi hevre tariyê ronî bikin 2018-02-25 16:21:32 STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu, ji Girtîgeha Sîncanê name ji civîna Meclîsa Giştî re şand û got: "HDK êdî ji meşa çarpiyan derabsî ser piyan bûye. Em dê bi hevre bi aqil, tifaq û dilê xwe ronî bikin."  Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) 8’emîn civîna Meclisa Giştî ya Serdema duyemîn, li Otela Hîl a Taksimê pêk anî. Li salona civînê pankartên “Rengê Azadî û Berxwedanê Jin e" û “Ji bo bahara gelan HDK heye" û “1 Gulan, têkoşîn û piştevanî ye" vekirin. Parlamenterê HDP'ê Erdal Ataş û gelek endamên HDK'ê tev li meclîsê bûn. Civinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Endamê Lijneya Rêveber a HDK'ê Sedat Şenoglu, axaftina vekirinê kir û diyar kir ku Tirkiye û Rojhilata Navîn de pêvajoyek pir tarî re derbas dibe û wiha got: "Ji bo têkoşîna gelan bi tepisînin çi ji destê wan tê dikin. Li pêş me 8'ê Adarê, 21'ê adarê û 1'ê Gulanê heye. Ji bo yekîtiya gelan pêdivî bi HDK’ê heye."    Piştre nameya Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu ku ji Girtîgeha Sîncanê name ji 8’emîn civîna Meclisa Giştî ya Serdema duyemîn re şand  hat xwendin. Hamzaoglu, di nameya xwe de wiha got: “Rojbaş,  Gunaydın, Sabahul Hayr, Paley Avez, Kalimera; heval û dostên min. Ez bi hestê ji dil we silav dikim. Ji bo HDK bibe sazi û xwe bi rêxistin bike û mezin bibe, pir girînge ku biryarê girtine têxe meriyetê. Birarên ku me di 8'emîn serdema Meclisa Giştî de girt, divê em betal nekin. Ji betalkirinê wêdetir divê teqez em biryarekê jî taloq nekin û tevan têxin meriyetê. Pêvajoya me ya ku em bi çarpiyan bimeşin bi dawî bû. Em rabûn ser piyên xwe û divê êdî em li ser piyên xwe bimeşin û baz dibin. HDP xwedî hevpar û pêkhatiyên bi tecrûde û têr û tije ne. Em bi hevre dest, mil, dil û aqilê xwe bikin yek em dê bi hevse vê tariyê ronî bikin.    EM DÊ TARIYÊ RONÎ BIKIN   Dostên heja, plana ku em bi hevre çêkin divê em bi hevre jî têxin meriyetê. Ger ku em bi hevre planên xwe têxin meriyetê em tê tariyê ronî bikin. Tişta ku em têxin meriyetê ne tenê ji bo HDK'ê, ji bo hemû hêza xulalif a Tirkiye dê pir girîng û watedar be. Keda kolektif a kongreya me, dê ji bo her kesî bibe ronahî û der û dora xwe ronî bike. Em dê bi aqil, dil û hêza mil tariyê ronî bikin.    Teqez em dê bi ser bikevin. Em dê bi ser bikevin em dê bi ser bikevin.    An serkeftin, an serkeftin, an serkeftin.”