Salih Muslim, li Çekya hat binçavkirin 2018-02-25 12:26:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê PYD'ê yê berê û Berpirsiyarê Karên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Muslim, li Paytextê Çekya Pragê li ser daxwaza Tirkiye hat binçavkirin.  Hevserokê Giştî yê PYD'ê yê berê Salîh Muslim, ku ji bo beşdarî konferansekê bibe çû paytextê Çekya ya Pragê hat binçav kirin. Muslim, dema çû konferansê li otela lê mabû li ser îstixbarata Tirkiye ji aliyê polîsê Çekya ve hat binçavkirin. Polîsên Çekya ku hatin derdora otelê pêçan, li ser daxwaza Tirkiye Salih Muslim binçav kirin. Rayedarên kurd ku bi rayedarên dewleta Çekya re ketin nava têkiliyê hêj encamek bi dest nexistine.