Nûnerê Daîmî yê NY ê Sûriyeyê Caferî: Divê Efrîn jî bikeve çarçoveyê agirbestê 2018-02-25 11:40:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Daîmê yê NY ê Sûriyeyê Beşşar El Caferî, biryara “Agirbesta mirovî” ya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) ji bo Sûriyeyê da nirxand û got: “Divê biryara agirbestê Herêma Efrînê jî di nav de li hemû Sûriyeyê pek were.” Piştî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) biryara 30 rojan “Agirbesta mirovî” ya ji bo Sûriyeyê qebûl kir û şûn de Nûnerê Daîmî yê NY ê Sûriyeyê Beşşar El Caferî axivî. Caferî, diyar kir ku divê NY bi awayekê rast û dirûs vê biryara xwe li tevahiya Sûriyeyê pêk bîne û jiyanî bike.   Caferî, anî ziman ku divê ev biryara NY Herêma Efrînê de xwe nava xwe û wiha got: “Divê li herêmên hêzên DYA tê de cih digirin, axa Golanê û tevahiya Sûriyeyê ev biryar pêk were û bê bi cih anîn.