Nivîskar Bayramoglu, di îtîaqa dij-kurd de rola medya taybet e 2018-02-25 11:39:02 AMED - Akademîsyen-Nivîskar Alî Bayramoglu, diyar kir ku li Tirkiye rolek taybet a medya ku îktîdar wê kontrol dike li ser avakirina îtîfaqa hatiye avakirin heye. Bayramoglu, rewşa operasyona Efrinê jî mînak da û got: "Li ser vê operasyonê pêla nijadperestî û militaristê pêş dixin û derûniya civakê li gorî vê yekê bi teşe dikin. Nivîskar û akademîsyen Alî Bayramoglu ku berê di rojnameya Sabah, Yenî Yuzyıl, Star, Yenî Şafakê de nivîsand, demek berê di rojnameya Karar de nivîsand û ji ber zextan dest jê berda. Bayramoglu li ser rewşa medya Tirkiye rawestiyaû wiha got: "Medya ji 3 paran parek ji aliyê îktîdarê ve rê rêvebirin. Niha di qada medya de serdema qerî qerab dijî. Ne tenê li ser medya û rojnamegeran zext hene. Ji nûve dixwazin medya bi teşe bikin. Di vê pêvajoyê de 3 parên mezin hene. Yek ji van paran yek wekî remzê ye. Ev aydî îktîdarê ye. Makîneya medya ji 3 paran parek di kontrol û venêrtina îktîdarê de ye. Heta niha tiştekî qisa li Tirkiye nehatiye dîtin. Li ser parekê venêrtiya mutlak a îktidarê heye. Em li vir medya ku bûye perçeyê paradîgmaya ewlehî û dewletperestiyê dibînin. Di dîroka komarê de rewşek wisa nehatiye dîtin û ev yek pir xeter e."    'ÎKTÎDARA SIYASÎ BI GOTINEKÊ MIROVAN DIKE MAHKÛM'   Bayramoglu, anî ziman ku gelek rojnamegerên muxalif rastî cezayên giran hatin û wiha got: "Li aliyekî rojnamegerê Alman Deniz Yucel piştî salekê tê darizandin serbest tê berdan. Li aliyê din rojnameger rastî cezayê muebetê tên. Ev nîşan dide ku daraz çiqasî di kontrola îktîdarê de ye. Em dibînin ku bi gotinek îktîdara siyasî kes tê girtin an jî serbest tên berdan. Dîsa bi gotinek îktîdarê mirov tên mahkûmkirin.    ‘DI ÎTÎFAQA DIJ-KURD DE ROLA MEDAY TAYET E   Bayramoglu, anî ziman ku heza sivîl di dewletbûnê de mezin e û wiha got: "Ev hêza sivîl ji koma kesên ku bi îtîfaqa dij Kurd re hatine cem hev pêk tê. Medya jî di nava vê îtîfaqa Dij-Kurd de bi rêk û pêk tev digere. Ez niha pir aşkere dibînin ku li Tirkiye îktîdara siyasî û dewleta Tirk hemû aktorên siyasi kom kirine. Dîsa li çanda nijadperetî, ewlehîparêzî, dewletperestî ku sermayeya biyanî bi xwe ve girê didin vedigerin. Em dibînin ku ev yek ji aliyê Hêzek sivîl û Îtîfaqa Dij-Kurd ve tê rêvebirin. Netewperest, AKP û MHP bûne yek. Dem dem CHP jî tev li wan dibe. Dema em li vê tabloyê dinerin, weki saziyên ji nûve restorasyonê tên dîtin. Li vir medya rolek taybet daye ser xwe. Hemû fermanê ji ittîfaqê digire û li gorî mahdê wê tev digere.    ROLA MEDYA DI OPERASYONA EFRÎNÊ DE XUYA DIBE   Bayramoglu, bal kişand ser rola taybet a medya û wiha bi dawî kir: "Rewşa operasyona Efrinê mînak e. Li ser vê operasyonê pêla nijadperestî û militaristê pêş dixin û derûniya civakê li gorî vê yekê bi teşe dikin. Tişta wekî dezenformasyonê mijarek biçûk e. Yên piştgiriyê didin şer çepikên ji bo wan zêde didin xuyakirin. Yên li dijî şer derdikevin jî rastî lîncê tên. Em hêvî dikin ku ev pêvajo dê derbas bibe"    MA / Selman Keleş - Devran Toptaş