Berrîn Sonmez: Jinên li dijî 28'ê Sibatê li ber xwe dan divê îro jî li ber xwe bidin 2018-02-25 10:44:49 STENBOL – Nivîskar Berrîn Sonmez, bal kişand ser neheqiya darbeya Post modern a 28'e Sibatê a li ser jinan û wiha got: "Jinên li dijî 28'ê Sibatê li ber xwe dan, divê niha jî li ber xwe bidin. Îro mêrên hêj mafên jinan fam nekirine pirsgirêkek sereke ye."  Di ser biryarên 28'ê Sibata 1997'an a Lijneya Ewlehiya  Mîllî (MGK) bi hinceta “têkoşîna bi îrtîcayê re" li saziyên cemaweriyê sergirtin qedexe kir re  21 sal derbas bû. Dî dîrokê de ev biryar wekî "darbeya Post Modern" hat binav kirin. Bi vê biryarê di serî de personel û xwendekarên zanîngehê gelek beşên civakê mexdûr kir. Li gorî daneyên Komeleya Jinan a Li Dijî Cudakariyê (AK-DER) di navbera salên 1998-2002'an de 5 hezar jinên sergirtî ji kar hatin derxistin. Nêzî 10 hezar jin jî bi zorê dan îstîfakirin. Saziya YOK'ê di kanûna 1997’an de gelek xwendekarên zanîngehê ji ber sergirtina wan ew ji mafê wan ê perwerdehiyê mahrûm kirin. Bi vê biryarê û astengiyan re çalakî jî zêde bûn. Ji wê pêvajoyê heta niha der barê hişmendiya li ser civakê tê ferzkirin Endama Komeleya Platforma Jinan a Başkentê Berrin Sonmez ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirşandin kir.    ‘ZILM TENÊ LI JINÊ NEHAT KIRIN'   Berrîn Sonmez, ku di serdema 28'ê Sibate de li Zanîngeha Enqereyê hîndekar bû diyar kir ku wê teza xwe ya doktorayê ji ber vê pêvajoyê di nêvî de hişt û wiha got: "Ji ber neheqiya li hevalên min hat kirin ez karê xwe sar bûm. Zilm tenê li jinê neha kirin. Lê herî zêde bandor li ser jinê kir. Ji ber vê pêkaninê mêr jî di nava zilmê de bû. Gelek mêr ji ber hevserên wan sergirtî bû ji kar hatin avêtin. Rastî tundiya derûnî û mobbingê hatin. Zor li wan kirin ku îstîfa bikin."  Çalakiyên ku jinan di 28'ê Sibatê de li ber zanîngehan kirin hêj liber çavan in. Gelek jinên ku mamoste bûn, di rojnameyan de wêne û navê wan hatin weşandin û wekî sûcdar hatin îlankirin. "    QADEK NÛ YA BERXWEDANÊ PÊŞ KET    Sonmez, anî ziman ku piştî vê darbeyê ji bo jinan qadek nû ya berxwedanê hat avakirin û wiha got: "Ji ber sergirtin li jinê hat qedexekirin, jin daketin qadan. Di vê pêvajoyê de Platforma Jinan a Başkentê bi tevgera jinan re gelek çalakî parve kirin. Jinên oldar hebûna xwe li qadan nîşan dan. ‘Tevgera Jinên Spî' zêde nêzî van çalakiyan nebûn. Lê îkna bûn ku mafê wan ê perwerdehiyê tê asteng kirin. Vê pêvajoyê rê vekir ku jin têkoşîna parastina mafên mirovan û mafê jinê pêş bixin."     TIŞTEK NEHAT GUHERTIN    Sonmez, bal kişand piştî pêvajoyê û wiha lê zêde kir. “Komek bi dirûşmeya ‘Ji sergirtinê re azadî' derketin pêş. Di vê komê de mêran jî cihê xwe girt. Li aliyê din komek din jî bi dirûşmeya ‘Ji jina sergirtî re azadî' derket pêş. Vê yekê nîşan da ku di navbera du komên azadiya sergirtinê dixwaze de cuhahî û perçekirinek heye. Ev cudahiya wê deme derket niha jî xwe nîşanî me dide. Kesên ku ji ser girtinê re azadî xwestin, piştî qedexe bi dawî bû, dest ji parastina mafên mirovan berdan û derbasî milê îktîdarê bûn. Ev beş, ji bo kesên serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) didin, wan wekî dijminê dewlet û millet nişan didin. Lê koma ku ji jinên sergirtî re azadî xwestin îro jî têkoşîna xwe berdewam dikin. Tevgera ku ji bo jinên sergirtî azadî xwestin, îro têkoşîna xwe bi jinên din yên mafên wan tên binpêkirin re berdewam dikin."    ‘WEKÎ PIRSGIRÊKA JNAN NEHAT DÎTIN    Sonmez, anî ziman ku di pêvajoya Peymana Atengkirina Hemû Cudakariya li Dijî Jinan (CEDAW) di navbera tevgerên jinan de niqaşên dijwar hebûn û wiha got: "Piştî niqaşên 10 salan piçek be li hevkirin hat kirin. Lê tu carî CEDAW'ê di raporên siberê de bi qasî me dixwest pirsgirêk nişan nedan.    Sonmez, anî ziman ku jin ji milê karê cemaweriyê de hêj wekî cîna duyem tên zanîn û wiha lê zêde kir: "Îro em dibînin ku sergirtin hêj wekî astengiyekê tê dîtin. Dibe ku di milê cemaweriyê de sergirtin îro awantaj be, lê di statuya civakê de hêj dezavantaj e. Qedexekirina sergirtinê di heman demê de êrişa li dijî tarza jiyane ye. Ya girîng ew kesên ku wê rojê li dijî sergirtinê derdiketin, bi heman şiklî li dijî êrîşên li ser jinên şort, etekê kin li xwe dikin pêk tên jî derkevin.    Sonmez, destnîşan kir ku jinên di hemû qadên jiyanê de têkoşîna hebûnê didin, yên sergirtî û yên servekirî, dibe ku feraseta feminizmê hilbijêre û dibe hilnebijêre divê neyê cudakirin û wiha got: "Dibe ku jinên oldar tevî baweriya xwe biparêzin jî dikarin bi şoreşgerî di nava têkoşîna parastina mafê jinê de cih bigirin u divê wekî jinên muhafazakar nayên pênasekirin.    DIVÊ TÊKOŞÎNA WEKHEVIYÊ PÊŞ BIKEVE    Sonmez, bilêv kir ku pêwiste jin di her qadê de têkoşîna wekheviyê bimeşînin û wiha bi dawî kir: “Jinên di 28'ê Sibatê de li dijî hişmendiya qedexe têkoşîyan, îro jî divê li dijî feraseta baviksalariyê û mêraniyê têbikoşin. Îro jî hêj gelek mêran mafê jinê fam nekiriye û qebûl nake. Ev pirsgirêkek gelek mezin e. Gelek jinên perwerdekirî û ne perwerdekirî di ferqa mafê xwe dene û ji bo paratina mafê xwe têkoşînek mezin didin. Ev destkeftiya jinên oldar e. Lê têkoşîna wekheviyê û azadiya jinê esas negire  destkeftiyên jinan jî nabine. Divê di her qadê de li dijî feraseta mêraniyê û li dijî feraseta ku hebûna jinê qebûl nake tekşîn bê dayîn.  Mêrê ku mafê jinê fam nakin mêrantiyê ji bo xwe wekî keleha parastinê dibînin. Ji ber vê yekê di nava malê de vê keleha mêrantiyê xurt dikin. Di bingeha têkoşîna li dijî 28'ê Sibatê de parastina demokrasiyê heye. Yên wê demê li dijî neheqiyê têkoşiyan û îro bêdeng in. Ev nîşan dide ku îradeyasiyasî bi mesafe nêzî 28'ê Sibatê dibû. Ji bo demokrasiyek bi hêz divê berî her tiştî darbekar bên darizandin. Divê kesên darbekar ji ber sûcêli dijî civakê û kesan kirine bên cezakirin. Her çend doza 12'ê Îlonê wekî şanoyekê hat nîşandan jî dadgehnê ew sucdar dîtin.    Dîsa generalên ji doza Ergenekonê hatin darizandin û dadgehê ew sûcdar dîtin, ji ber biryara bi hincet nehat dayîn, hêj wekî kesên rêzdar tên dîtin û di ekranan de her roj xwe nîşanî civakê didin. Ev nîşan dide ku hêj hişê dewleta berê serdest e. Ji ber vê yekê rîska doza 28'ê Sibatê jî dibe ku weki dozên din wekî dozek masûm bê dîtin. Îhlalên ji ber darbeyên di serdema nêzîk de pêk hatin, ji ber ku bi darazek adil nehatin darizandin û nehatin cezakirin, hişê dewletê hêj serdest e. Ger ku darbekarên berê li gorî edaletê bihatina darizandin û cezakirin îro bêhiqûqiya OHAL'ê ew qas zêde pêş nediket. Di milê parastina demokrasiyê de tişta îro herî zêde em li ser rawestin, divê îhlalên mafan bên ditin û sucdar bên darizandin.    MA / Necla Demir