Koka nefreta li dijî bedena jinê heya nêçîra pîrebokan diçe 2018-02-25 10:10:16 STENBOL - Civaknas Feryal Saygiligîl, diyar kir ku zêdebûna êrîşên li ser jin û zarokan kokên xwe yên dîrok hene û got: “Koka nefretê ya li dijî bedena jinê heya nêçîra pîrebokan diçe. Jin bi pergaleke milîtarîst, muhafazakar, kapitalîst û patrîkarkal re rû bi rû ne.” Bertekên li dijî zêdebûna êrîşên li ser jin û zarokan, daxuyaniyên hikûmetê û rêbazên çareseriyê yên tên pêşxistin berdewam dikin. Herî dawî di 10’ê Sibatê de li Edeneyê îstîsmara zayendî li dijî zarokek 3 salî pêk hatibû û raya giştî bertek nîşan dabû. Civaknasa Femînîst Feryal Saygiligîl, derbarê zêdebûna êrîş, îstîsmarên zayendî yên li dijî jin û zarokan nirxand û bal kişand ser koka dîroka tundiyê.     ‘KOKA WÊ PIR KEVNE’   Saygiligîl, diyar kir ku koka tundiyê pir kevne û wiha axivî: “Hemû bûyerên îstîsmarê, tacîz, tecawîz û komkujiyan polîtîkin. Ji serdema nêçîra pîrebokan û vir ve bi nefretek mezin li benda jinê tê mêzekirin. Pêvajoyeke vê ya dîrokî ku raste rast hatiye jiyîn heye. Hin caran ev kêm dibe, hin caran jî pir dijwar dibe. Di pêvajoyên derbasî de herî zêde jin, xizan û zarok rastî komkujiyan tên û êşên gelek mezin dijîn. Tê gotin hinek bedelan didin. Ger têkoşîn qezenc bike dê hinek bedel bidin. Lê bedelên herî mezin bi taybetî jin û zarok didin. A herî xerab jî bedena wan ji holê tên rakirin.”   ‘EM A HERÎ HOVANE DIJÎN’   Saygiligîl, anî ziman ku ew pêvajoya kapîtalîzma Patrîarkal a herî hovane dijîn û wiha  got: “Gava mîlîtarîzm û muhafazaktî jî li vê yekê zêde dibe, ev pêvajo hîn bi bandortir dibe. Yanî em bi pergaleke milîtarîst, muhafazakar, kapitalîst û patrîkarkal re rû bi rû ne. Ji bo hovîtiya pergalê tiştek kêm tuneye     ‘RAMANA DESTHILATDARIYÊ DITIRSÎNE’   Saygiligîl, da zanîn ku ew bi pêvajoyeke ku li ser vê erdnîgariyê zû bi zû naqede re rû bi rû ne û wiha bilêv kir: “Jin bi hêzin. Ji ber vê yekê ramana desthilatdar a zilam ji jinê ditirse. Pênc lingên Patriyarkê hene. Li ser zayendiyê, ked, çand, dewlet û tundiyê xwe xwedî dike. Ev pênaseya Sîlvîa Walbay e. Dewlet ji bo hebûn û bandora xwe ava bike, dest pêkê zextê li zimanê jinan dike. Aqlê zilam ê patriyarka, weke ku hemû tiştî dizane, di cihekê jor de hatiye avakirin. Hevpeymana zayendî  çawan ku mîna heteroseksuel hat avakirin, ‘hevpeymana Tirkbûnê jî’ wihan hat avakirin. Ji xwe ya tê dîtin Misilmantî, Tirk û zilamê Sûnniye. Derdekê wan ê xwe vebêjin tuneye. Lê ger tu kurd, ermenî, LGBTÎ û jin bî, tu mafê teyê tu biaxivî tuneye. Ji xwe tu dihêlê ku bedena te rastî êrîşan bê. Ji xwe li her qadê tu di hedefa êrîşan deyi.”   BANGA BEŞDARBÛNA 8’Ê ADARÊ    Saygiligîl, destnîşan kir ku ligel hemû êrîşan divê jin dest ji têkoşîna xwe bernedin û wiha domand: “Ligel OHAL’ê jî jin di 25’ê Mijdarê de daketin qadan û dengên xwe bilind kirin. Ev ji bo me hemûn baş bû. Di 8’ê Adara sala 2017’an de jî bi awayekê girseyî jin daketin qadan. Kes ne li benda tiştek wiha bû, lê jin bi her awayî daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman. Divê îsal jî jin di 8’ê Adarê de li qadan bin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Divê jin li dijî tudiya zilam, îstîsmara zayendî, azadiya vîn û    MA / Necla Demîr