Ji akademiya HDP’ê ya tuneyî 210 sal ceza dixwazin 2018-02-25 09:34:00 STENBOL – Der barê 16 ji wan girtî 21 rêveberên HDP û DBP'ê de 210 sal ceza tê xwestin. Dozger da zanîn ku di akademiya siyasetê ya HDP'ê de perwerde hatiye dayîn, ji bo nîqaşên civaka xwezayî ya di Akademiya Siyasetê ya DBP'ê de hatine kirin jî pênaseya "birdoziya rêxistinî" hat kirin. Di 28'ê Tîrmeha 2017'an de li Stenbolê bi ser malên rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de girtibûn, 21 kes hatibûn binçavkirin. Buroya Lêpirsînê ya Sûcên Rêxistinkirî û Terorê ya Serdozgerê Komarê yê Stenbolê, der barê 16 ji wan girtî 21 kesan de îdianame amade kir. Edîtorê kovara Demokratîk Modernîte Haydar Ergul ê hat girtin jî di nav de, 21 kes wekî "Endamên rêxistinê" tên sûcdarkirin.   ‘CIVAKEKE NÛ TÊ AVAKIRIN’   Tişta bû mijara lêpirsînê, xebatên di sala 2016'an de di Akademiya Siyasetê ya DBP'a Bagçilarê de hatine kirin. Di îdianameyê de ev tişt hat gotin: "Akademiya Siyasetê ya DBP'ê, di çarçoveya birdoziya PKK/KCK'ê de xebatan dike, xebatên ji bo zelalkirina vê tên meşandin de, xebatên li Stenbolê partiyên siyasî dikin û ev jî xebatên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) yên li Tirkiyeyê ne." Polîsên di 8'ê Îlona 2015'an de bi ser avahiya HDP'ê ya Bagcilarê de digirin, nivîsên aydê partiya siyasî wekî ebatên rêxistinê dan nîşan. Dîsa encamnameya civîna Kongreya Jinên Azad (KJA) a di civîna li navçeya Peyasa Amedê de hat diyarkirin, wekî delîla "sûc" hat hesibandin.   AKADEMÎ TUNE PERWERDE HATIYE KIRIN!   Her çendî akademiya siyasetê ya HDP'ê tune ye jî, îdia kir ku di navbera 6'ê Tîrmeha 2015'an-12'ê Tebaxa 2015'an de perwerde li "Akademiya Siyasetê ya HDP'a Stenbolê" de pêk hatiye, bernameya perwerdeyê hatiye xwestin, kesên tev li perwerdeyê bûne, nîşeyên qaşo di dema perwerdeyê de hatine nivîsin, di van nîşeyan de ew roj kî/ê tev li perwerdeyê bûye, kî/ê nobedar e, kîjan ders hatiye xwestin, kesên beşdarî perwerdeyê bûne, di navbera wan de pirsgirêk heye, kesên tev li perwerdeyê bûne, di perwerdeyê de pêşniyar û nirxandin kirine û ev hemû wekî "delîlên sûc" qebûl kir. Di îdianameyê de tê gotin ku ji nêrînên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî sûd hatiye girtin.   Di dewama îdianameyê de tê gotin ku di perwerdeyan de tê gotin ku "Gundên kurdan ji hêla Dewleta Komara Tirkiyeyê ve qaşo hatiye şewitandin, komkujî hatiye kirin, tecawizê jinan kiriye û bi van ajîtasyonan kesên beşdarî perwerdeyê bûne, li dijî dewletê sor kirine." Dozger bi van têr nebû, perwerdeya jîneolojiyê jî wekî sûc pênase kir û xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ên kampanyaya "Malbatên xwişk û bira" jî wekî sûc dît.   NAVÊ KOD: MAMOSTE HAYDAR (HAYDAR HOCA)   Eşref Yaşar ê di nava HDP'ê de berpirsyarê xebatên perwerdeyê ye, dozger rewşa wî jî di çarçoveya sûc de nirxand, gotinên wî yên der barê rojnameger Ahmet Bîrsîn ên wekî "Mamoste Ahmet" (Ahmet Hoca) û rojnameger Haydar Ergul "Mamoste Haydar" (Haydar Hoca) de jî wekî navên kod kir.   MA / Yasîn Kobulan