Jinên Şirnexê : An azadî an azadî 2018-02-25 09:33:23 ŞIRNEX - Jinên Şirnexê diyar kirin ku ew ê di 8'ê Adarê Roja Jinên Kekdar ên Cîhanê de li qadan bin û ev tişt gotin: "Li dijî faşîzmê an azadî an azadî." Her sal bi sedhezaran jin derdikevin qadan û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin, dê îsal bi şiyara "Dê wiha neçe an azadî an azadî" pîrozbahî pêk tên. Her sal li navçe û navenda Şirnexê jinên kurdistanî bi reng û tîlîliyên xwe dadikevin qadan, di çarçoveya 8'ê Adarê de bernameya xwe aşkera kirin. Starta çalakî û şahiyên ku dê hefteyekê berdewam bike, di 1'ê Adarê de li gundê Roboskê ya navçeya Qilebana Şirnexê, bi jinên ku 34 zarokên xwe di êrîşa hewayî ya TSK'ê de windakirin re pîroz bikin.   START LI ROBOSKÊ HAT DAYÎN   Di çarçoveya şahiyan de dê di 2'yê Adarê de jinên kedkarên tekstîlê yên li Hezexê, qurnefîl bên belavkirin. Jin dê di 3'yê Adarê de li Şirnexê bên gel hev, ji bo piştgiriya jinên girtî dê kartan bişînin girtîgehê. Di 4'ê Adarê de dê jin li Cizîrê bên gel hev, panela 8'ê Adarê li dar bixin. Di 6'ê Adarê de dê jin li navçeya Silopiyê Dîwana Dengbêjiyê li dar bixin. Şahî û çalakî dê di 8'ê Adarê de li navenda Şirnexê bi dawî bibe.   DÊ JIN BI RENGÊ XWE LI QADAN BIN   Jina ciwan Zozan Aksu, diyar kir ku di 8'ê Adarê de dê jin bi reng, ziman û kêfxweşiya xwe li qadan bin û ev tişt got: "Dê hemû jinên cîhanê, xwedî li vîna jinên Botanê derkeve. Divê jin di 8'ê Adarê de bi kêfxweşiyeke mezin li qadan bin." Hevseroka HDP'a Hezexê Songul Erdem jî bi lêv kir ku jinên Hezexê bi kelecaneke mezin xwe ji şahî û çalakiyan re amade dike û ev axaftin kir: "Dê jin li dijî vê zilma heyî raweste." Rewşan Kok jî bal kişand ser şerê li herêmê, qetilkirina jin û zarokan û wiha pê de çû: "Li dijî vê dê jin dengê aştiyê bilind bikin û li qadan bin."   ‘EM Ê AŞTIYÊ BIQÎRIN’   Hevseroka HDP'a Şirnexê Zynep Unat destnîşan kir ku şer li ser jin û civakê kûr dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dê jin di 8'ê Adarê de li qadan aştiyê biqîrin." Endama Meclisa Jinên HDP'ê û Hevseroka Bajaroka Dêrgulê Ozlem Kutlu jî wiha got: "Polîtîkayek qirkirin û şidetê ya ku hişmendiya 5 hezaran salan derbaskiriye tê meşandin. Em di 8'ê Adarê de ne tenê ji bo pîrozbahiyê, ji bo berxwedanê rêxistin bikin li qadan e." Kutlu got ku ew cîhanek bê şer dixwazin û ev dirûşim berz kir: "Li dijî faşîzm û şer an azadî an azadî dê bi ser keve."   MA / Sonya Bayik