Galîp: Gelê îngîlîzî alîgirê kurdan, hikumet alîgirê Tirkiyeyê ye 2018-02-25 09:32:05 STENBOL - Dr. Ozlem Belçîn Galîp a li Zanîngeha Oxfordê peywirdar e, bi bîr xist ku Îngîltereyê piştgirî daye operasyona Efrînê û ev tişt got: "Têkiliyên xwe di çarçoveya berjewendiyên fînansî de diparêzin. Di pêvajoya ku ji YE'yê derket de, dê Îngiltere bala xwe bi hêsanî nede ser kurdan. Lê gelê îngîlîzî hez ji kurdan dike." Dr. Ozlem Belçîn Galîp a li Zanîngeha Oxfordê Peywirdara Lêkolînê ye, piştgiriya Îngîltereyê ya ji bo êrîşa li dijî Efrînê, têkiliyên Tirkiye û Îngiltereyê û veqetîna Îngiltereyê ya ji Yekitiya Ewropayê (YE) ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.   ‘DIVÊ POLÎTÎKAYEKE WÊ YA ŞTIYÊ HEBE’   Galîp da zanîn ku polîtîkaya derve ya Îngîltereyê piştî ji YE'yê derket, guherî û ev tişt got: "Îngîltere, berî Partiya Muhafazakar di serdema Partiya Karkeran de jî ne xwedî polîtîkayeke aştiyane bû. Bi taybetî dema em têliliyên li Rojhilata Navîn mêze dikin û travmayên ku derketine holê, welatên Ewropayê gelekî sersar in. Têkiliyên wan bi giştî li ser berjewendiyên dîplomatîk û fînansî ne. Di polîtîkaya xwe ya Rojhilata Navîn de, wekî Amerîkayê tev digere. Bi taybetî dema şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de, navbera wê YE'yê qet nexweş bû, hevalbendê wê yê herî mezin DYA bû. Niha hêz zêdetir xwe nêz kirine."   ‘JI XWE RE MISILMAN E’   Belçîn Galîp diyar kir ku mafên mirovan ên Îngîltereyê ji sînorên neteweyî derbas nabin, ji ber wê di mijara Efrînê û gelek cihên din de sersar e û wiha axivî: "Bêmene xeteyeke wê ya 'ji xwe re misilman' heye. Lê hikumet çiqasî bi hêz be, rêxistinên civaka sivîl, sendîka û medya jî ew qas bi hêz e. Rêxistinên civaka sivîl û bi taybetî raya giştî ya medyaya muxalîf, li dijî xeletiyên hikumetê xwe zanyar dike û dikeve tevgerê. Bêguman wekî gelek welatan tu hikumet ne xwedê qudretê ne. Bi taybetî hikumeta heyî ya Partiya Muhavazakaran."   ‘BERÊ XWE DA TIRKIYEYÊ’   Belçîn Galîp destnîşan kir ku piştî ji YE'yê veqetiya ye pêvajoyeke bi êş dikişîne û wiha got: "Her çendî hikumet vê qebûl neke jî dê berdêla ji YE'yê derketin gelekî giran be. Bandora xwe ji nihav de dide nîşan. Ji derveyê Wezîrê Aboriyê hemû saziyên fînansî û dezgehên Îngîltereyê, didin nîşan ku dê bikevin krîzeke mezin. Hikumet vê dizane lê naxwaze girêdayê quralên YE'yê bimîne û dixwaze derkeve. Ji ber ku dizane dê têkiliyên wê yên bazirganiyê bi welatên Ewropayê re zerarên mezin bibînin, berê xwe da welatên derveyê Ewropayê. Çîn, Erebistana Siûdî û Tirkiye."   ‘LI DIJÎ KURDAN E’   Galîp bi lêv kir ku Îngîltereyê her dem têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re xweş kirine û wiha pê de çû: "Di pêvajoya muzakereyên bi YE'yê re jî ji Tirkiyeyê nexeydî. Îngîltere yek jî welatê ku destpêkê PKK kiriye lîsteya 'terorê' ye. Yanî berî hemû welatan, ew dijberiya kurdan dike. Peymanên bazirganî jî dikarin bandoreke neyînî li ser maf û temsilyeta siyasî ya kurdên li Îngîltereyê bike. Kurdên li Îngîltereyê, bawer dikin ku hikumet wan tune dihesibîne."    LI MIRINAN TEMAŞE DIKE   Galîp bal kişand ser axaftinên Serokwez Theresa May û Wezîrê karê derve Boris Johnson ên der barê êrîşên Tirkiyeyê yên ser Efrînê û wiha dewam kir: "Ez bi vekirî bêjim daxuyamiyên ku ez mehtel bimînim ninin. Ruxmê sivîl zerarê dibînin jî hikumetê daxuyanî neda. Ji bo wê mirov li bendê be ku dê Îngîltere der barê êrîşên Tirkiyeyê de daxuyanî bide, rexne bike, ev ne rast e. Tişta mirovan xemgîn dike, partiya muxalîf Partiya Karkeran gelekî pasîf e. Lîderê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn der barê êrîşan de rojên borî nivîseke şermezarkirinê weşand. Sedema wê jî rewşa ku îro Îngîltere têre derbas dibe. Derketina ji YE'yê hemû rojevê digire nava xwe."    GELÊ ÎNGÎLÎZ HEZ JI KURDAN DIKE   Galîp derbirî ku beşa zêde ya gel ji kurdan hez dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rewşa Sûriyeyê û kurdan dem bi dem ji ber medyayê hat rojevê. Beşeke zêde ya gelê Îngîltereyê êdî kurdan nas dike û hez kurdan dikin. Kurdan wekî qehremanên wan ku oldarên radîkal diparêzin dibînin. Lê mixabin ev piştgirî ne piştgiriyekesîstematîk û dezgehî ye." Galîp anî ziman ku Îngîltereyê her dem piştgirî daye Tirkiyeyê, her çendî di dîrokê de fikrên wan cuda jî bibin, her dem hevalbendiya wan dewam kiriye.   Galîp aşkera kir ku çapemeniya îngîlîzî li gel kurdan e, ji ber wê jî gelê îngîlîz gelekî hez kurdan dike.   MA / Yasîn Kobulan