'Bi zextan gel dikin alîgirê şer' 2018-02-25 09:31:20 HATAY – Hîndekar Gulîzar Işikça ji ber ku aştî parast hat îxrackirin. Işikça ev tişt anî ziman: "Sedî 70-80'yî gelê Hatayê li dijî şer e. Lê bi zorê al li dikanan belav kirin, bi zextên mezin gel dikin alîgirê şer." Kesên bertekê nîşanê operasyona Hêzên Çekdarê Tirk (TSK) a li dijî Efrînê didin, ji kar tê îxrackirin. Endama Sendîkaya Kedkarên Zanyarî û Perwerdeyê (Egîtim Sen) Gulîzar Işikça ji ber ku di 22'yê Çileyê de tev li daxuyaniya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê bû û li dijî şer derket, ew binçav kirin û piştre ji kar îxrac kirin.   Işikça da zanîn ku dawaza aştiyê bûye sedem ku ew ji kar bê îxrackirin û ev tişt got: "Ruxmê her tiştî jî ez ê aştiyê biparêzim. Me bi daxuyaniya çapemeniyê daxwaza aştiyê kir. Lê mixabin di 13'ê Sibatê de bi ser mala me de girtin û em 17 kes binçav kirin. Di nava van kesan de parêzer, parstvanên ÎHD'ê, berdevkên partiyên siyasî hebûn. Di wêneyên daxuyaniyê de kişandin, kî/ê hebe, binçav kirin."   ‘SEDÎ 70-80’Ê GELÊ HATAYÊ DIJÎ ŞER E’   Işikça destnîşan kir ku bi vê operasyonê re jî diyar bû, Hatay ji bo dewletê cihekî girîng e, ji bo wê zextên cidî li civakê dike û wiha got: "Ji bo wê gelê Hatayê yek gotina dijî şer jî nake. Ji ber ku kesên li Tirkiyeyê dijberiya şer dikin, berdêlên giran didin. Beşa herî mezin a civakê dijî şer e. Gelê Hatayê jî sedî 70-80'ê dijî şer e. Tenê mirov vê yekê naynin ziman." Işikça destnîşan kir ku dema ew di bin çavan de bûye, bihîstiye ku îxrac kirine û ev tişt anî ziman: "Hêj em 2 roj bûn di bin çavan de bûn, agahî dan hevalên me ku em îxrac kirine. Ez bi KHK'ê nehatin îxrackirin. Dîsîplîna bilind li ser dosyaya min nîqaş dikir. Piştî amadekariyê biryara îxracê tê dayîn."   Işikça got ku ji ber wê aştî xwestiye berdelê dide û wiha pê de çû: "Wekî Tahîr Elçî, Hrant Dînk û gelek mirovên din em berdêlê didin. Di demên dawî de akademîsyen, bijîşkên Yekitiya Tabîbên Tirk, mamoste û gelek hunermendên serwext berdêl dan. Ez jî wekî wan mamosteyan berdêlê didim." Işikça bi lêv kir ku parastina jiyanê ne sûc e, dibe ku tiştekî nekin lê di wê baweriyê de ne dê teqes bi ser kevin.   'EM PAŞVE GAV NAVÊJIN’   Işikça anî ziman ku ruxmê her tiştî dê têkoşîna aştiyê dewam bike û ev tişt anî ziman: "Mafê minî herî rewa mamosteyî ye û ew jî ji destê min girtin. Di vê saetê şûn de em ê paşve gav nevêjin. Em ê tu demê ranewestin û çi dikin bila bikin em ê teqes bi ser kevin."