Nûçeyên der barê Efrînê de ewlehiya saziyê dixe xeterê! 2018-02-25 09:30:46 WAN - Ji ber aciziya nûçeyên der barê Efrînê de, rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê nadin girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê. Rojnameger Nedîm Turfent ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê girtin, demên borî pirtûka nivîskar Nurcan Baysal a "Ezidiler: 73. Ferman Katliam ve Kurtuluş" (Êzidî: Fermana 73'yan Komkujî û Rizgarî) û pirtûka rojnameger-nivîskar Ahmet Altan a "Ölmek Kolaydır Sevmekten" (Mirin ji hezkirinê hêsantir e), bi hinceta "bifikare" nedabûn Turfent, niha jî bi heman hincetê careke din hat rojevê.   Hin hejmarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê, di demên dawî de nadin girtî û hukumxwaran. Hat diyarkirin ku ji ber nûçeyên der barê Efrînê de di rojnameyê de derdikevin, nadin girtî û hukumxwaran.   HINCET, GEFA LI EWLEHIYA SAZIYÊ DIXWE!   Piştî Lijneya Perwerdeyê ya Girtîgehê rojnameyên lêkolîn dike, didin girtî û hukumxwaran. Hejmara 23'yê Çileya 2018'an ji ber ku qala operasyona Efrînê dikir. beyî ku der barê rojnameyê de biryara berhevkirinê hebe, nedan girtiyan.   Li ser itirasa ku hat kirin ev bersiv hat dayîn: "Rojnameya ku navê wê derbas dibe û rêgezên wê yên weşanê, nûçeyên ku çê dike, bi hemû rewşa xwe dema hat lêkolînkirin, ewlehiya saziyê dixe xetereyê."