Gergerlîoglu: em tawîzan nedin 2018-02-25 09:30:14 KOCAELÎ - Dr. Omer Faruk Gergerlîoglu ji bo mirov nemirin li ser medyaya civakî daxwaza aştiyê kir, 2 sal û nîv ceza danê. Gergerlîoglu wiha got: "Cezayê ku dane, diyar e berê biryar hatiye girtin û ne hiqûqî ye. Ev biryareke siyasî ye. Em ê tawîzan nedin" Der barê Berdevkê Platforma Edalet û Maf Dr. Omer Faruk Gergerlîoglu, ji ber ku di 9'ê Cotmeha 2016'an de li ser medya civakî wêneyê ku darbesta gerîlayekê PKK'ê û leşkerekî parvekirin kir, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê doz vekirin, 2 sal û nîv ceza lê birîn. Gergerlîoglu, di bin wêneyê de ev şîrove kiribû: "Dema hûn li vî wêneyî mêze dikin ev şerê ku tunebûnê bi pêş dixe, çima tu wateya xwe tune hûn baş fêm dikin. Dayik heman dayik, alên wan cuda! Dema em dimirin tu cudabûna me tune ye. Heta darbestên zarokên me tên gel hev, bila zindiyên wan bên gel hev. Bi werkhevî biratî û mil bi mil." Piştî van parvekirinan, di 9'ê Çileya 2017'an de ji Nexweşxaneya Dewletê ya Sakayê hat îxrackirin. Gergerlîoglu di danişîna dozê de cara ewil di 21'ê Sibatê de parastin kir, got ku ew ê ceza bibe temîzê.   ‘KHK’AN SÎNORÊN MAKEQANÛNÊ DERBAS KIR’   Gergerlîoglu destnîşan kir ku KHK'ên hatine îlankirin dijî hiqûqê ne û ev tişt got: "Di makeqanûnê de hin sînor hene, lê bi rêya KHK'an ev sînor zûde derbas kirine. Bi KHK'an bi sedan mirov mexdûr kirin. Ez jî yek ji wan kesa me." Gergerlîoglu bi lêv kir ku di pêvajoya çareseriyê de Platforma Aştiyê ya Kocaeliyê ava kiriye û berdevkê platformê bûye û wiha got: "Piştî pêvajoya çareseriyê qediya, em jî avêtin hêlekê. Li ku dibe bila bibe em ê daxwazinên xwe yên aştiyê bînin ziman." Gergerlîoglu bal kişand ser hiqûqa dewletê jî û aşkera kir ku ew bi lîncê re rû bi rû maye.   'MIN LI KOCAELIYÊ KAR NEDÎT'   Gergerlîoglu diyar kir ku ne tenê ji karê cemaweriyê, ji rêveberiya mizgeftê jî avêtine û wiha axivî: "Li Kocaeliyê tu astengî li pêşberî min tune bûn, bi biryara Walî Huseyîn Aksoy her dem ji min re astengî derxistin. Ji bo wê min der barê walî de daxuyaniyek da û xwest dengê xwe ragihînin; lê bi hinceta min heqaret li Velî Aksoy kiriye, doz li min vekir." Gergerlîoglu destnîşan kir ku ji ber parvekirinên medyaya civakî, tevlibûna televîzyona ÎMC'ê (ya hat girtin) û ji ber lînka nûçeyeke li ser T24'ê parve kiriye doz lê hatine vekirin û ji hin dozan ceza danê. Gergerlîoglu got ku hemû biryarên der barê wî de siyasî ne.   ‘DIJBERIYA ŞER NE SÛC E’   Gergerlîoglu derbirî ku di salşa 2004'an de di warê hiqûqê de di rêza 53'yan de bûn, îro di rêza 113'an de ne û daxwaza xwe ya aştiyê wiha rave kir: "Aştî xwestin, li dijî şer derketin ne sûc e. Biryara der barê min de siyasî ye. Sekna li dijî şer, alîgirê tu hêzê nîne. Min di pêvajoya çareseriyê de çi gotibe, ez niha jî wê dibêjim û ez niha ez berdêla wê didim." Gergerlîoglu anî ziman ku ew ê daxwazên xwe yên ji bo aştiyê bîne ziman, dê paşve gav nevêje û wiha pê de çû: "Ez tu carî dest ji rêgezên xwe bernadim. Ceza çi dibe bila bibe, ne girîng e. Ji bo mirov li ser vê axê neyên kuştin, em ê daxwazên xwe yên wekhevî û hemwelatiyê bînin ziman."   MA / Elîf Çetîner