Akademîsyen: Em ne mexdûr in, xwe di nava têkoşînê de hîs dikin 2018-02-25 09:29:19 ÎZMÎR – Akademîsyenên ji peywirê hatin îxrackirin bi projeyek nû dixwazin di bin banê TÎHV'ê de xebatê bikin û binpêkirinên mafan derxin holê. Prof. Dr. Ferîde Aksu Tanik behsa projeyê kir û ev tişt got: "Em xwe wekî kesên mexdûr nabînin. Xwe di nava têkoşînê de hîs dikin." Akademîseynên di çarçoveya kampanyaya "Em ê nebin hevkarê vî sûcî" îmze avêtin bin danezana aştiyê, hikumeta AKP'ê ya şerxwaz, li dijî akademîsyenan pêla îxracê da destpêkirin û di bi rêya KHK'an û Rewşa Awarte (OHAL) gelek akademîsyen ji Zanîngeha Egeyê îxrac kir. Akademîsyen di çarçoveya projeya "Di şertên zehmet de akademîsyen wekî aktivîstên aştiyê tên bihêzkirin", tên gel hev. Di serî de akademîsyen, ciwan û jin di bin banê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) de tên gel hev û dê bi projeyê re du salan li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan tespît bikin û dê li dijî vê têkoşînê bidin destpêkirin û pewerdeyê bidin. Bi rêya projeyê, tê xwestin ku aktivîstên aştiyê bên bihêzkirin û beşên cuda yên li Tirkiyeyê bi temaya "Bi gelan re bifikirin" dê bên gel hev. Prof. Dr. Ferîde Aksu Tanik der bare projeyê de agahî da.   ‘DÊ LEDA GEŞ Û AKADEMIYÊ BÊ GEL HEV’   Tanik destnîşan kir ku proje bi armanca ku di şertên zehmet de bi hêzkirina akademîsyen û aktivîstên aştiyê ye û wiha pê de çû: "Dê proje ji gel re vekirî be. Bi rêze zemîneran re, dê bernameyên mafên mirovan bikevin jiyanê û dê ev xebatana bi gel re bibin yek. Dîsa tê xwestin ku daneheva gel û bi danheva akademîsyenan re bibe yek. Bi parvekirineke hev re, dê bernameyên me yên perwerdeyê jî hebin."   Tanik da zanîn ku destpêkê daneyên qanûnî yên der barê akademisyenên li Tirkiyeyê bi rêya KHK'ê hatin îxrackirin hatine komkirin û wiha got: "Li gorî daneyan 5 hezar û 800 akademîsyen hatine îxrackirin. Di warê wesfînî (nitel) de pirsgirêk çine, dê lêkolînek bê kirin. Her wiha ji bo akademîsyenên ku bi niheqiyê re rû bi rû mane, rêhbereke hiqûqî hatiye amadekirin. Di vî warî de parêzer jî xebatên xwe dewam dikin. Em ê mehê carekê belavokan biweşînin û di vî warî de xebatan jî bi pêş bixin."   ‘EM NE MEXDÛR DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE NE’   Tanik diyar kir ku di pêvajoya li Tirkiyeyê de xitimandinek heye, dê bi projeyê re sedemên vê xitimandinê bên tespîtkirin, ji bo vekirina vê dê hin gavan bavêjin û axivî: "Dê ev xebata bi hev re bê kirin. Ji akademîsyenan zêdetir, dê ciwan di projeyê de cih bigirin. Bi vê projeyê re em hem dixwazin jiyana xwe ya bi rûmet berdewam bikin, hem jî dixwazin qada ku em aydê wê ne û em dixwazin tiştên hînbûyî berdewam bikin, em ê derxin pêş."   Tanik derbirî ku ev projeye hilberîna zanyariyê tiştên qewimî ne dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Xebatên lêkolîn û perwerdeyê yên li zanîngehê dihatin kirin, di çarçoveya projeyê de dê tiştên dişibin wan bên kirin. Ji bo wê em ne wekî kesên mexdûr, xwe di nava têkoşînê de hîs dikin."   MA / Ayşe Surme