‘Em ê li zanîngehan rê nedin tundiya zilaman’ 2021-03-08 09:00:26 STENBOL –  Xwendekarên jin bal kişandin ser tundiya li dijî jinan ku li zanîngehan zêde bûye û ev tişt gotin: “Em ê li zanîngehan rê nedin tundiya AKP’ê, YOK’ê, polis û zilaman.” Jinên ku li her qadê bi tundî, tacîz û tecawizê re rû bi rû ne, li zanîngehan jî bi êrişên heman rengî re rû bi rû dimînin. Ji aliyê hîndekar û personelên zanîngehan ve tacîza zayendî, êrîş, tundiya derûnî û mobîngên cuda li xwendekarên jin tên kirin. Li zanîngehan, Yekîneyên Pêşîgirtina Tacîza Zayendî ku ji bo polîtîkayên wekheviya zayendî bikevin meriyetê dixebitin, tenê 16 heb in. Xwendekarên jin, tundî, binpêkirinên mafan û newekheviyên ku li zanîngehan pêk tên, vegotin.   NEWEKHEVIYA ZAYENDÎ ZÊDE BÛYE   Ji Piştevaniya Jinan a Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Sera Yagmûr Sonat, diyar kir ku li zanîngehan newekheviya zayendî zêde bûye û wiha got: “Di nav xwendekar û akademîsyenan de hîyerarşiyeke mezin heye. Nirxa hemû xebatên mirov ên dema asîstaniyê, girêdayî mamosteyên bi awayekî hiyerarşik li ser mirov in. Dikare bi her awayî mudaxaleyî mijarên xebata te bike, pêşxistina te asteng bike, gelek zehmetî derxe pêşiya te. Mixabin çanda me ya akademik jî vê asayî dike. Mobîng dibe parçeyek pîşeya mirov. Bi vê re zext jî zêde û mezin dibin. Dema ku asta zextan derdikeve tundiya zayendî derketina wan a holê hêsantir dibe. Pirî caran jin ji bo serkeftina xwe bi kar anîna nasnameya xwe tên sûcdarkirin.”   TACÎZ,  MOBBÎNG, GOTINÊN ZAYENDPEREST…    Ji Zanîngeha Hûnerên Xweşik a Mîmar Sînan xwendekara beşa Civaknasiyê Selîn Tarhan, diyar kir ku xwendekarên jin bi tacîz, mobîng û gotinên zayendperest ên akademîsyenan re rû bi rû dimînin û ev tişt gotin: “Jinên ku li dijî vê dertên jî bi kincên xwe tên sûcdarkirin. Qlûbên ku jin dikarin ji wan alîkarî bigirin tên girtin an jî ji ber bûdçeya kêm ji girtina wan re destûr tê dayîn. Pirî caran destûr nayê dayîn ku bên avakirin. Bi pirsgirêkên burokratîk tê astengkirin ku jin û LGBTÎ bên gel hev. Li zanîngehan pêşî li damezrandinên Yekîneyên Pêşîgirtina Tacîza Zayendî tê girtin.”   LI ZANÎNGEHAN NEEKEVIYA ZAYENDÎ TÊ HILBERANDIN   Di berdewama axaftina xwe de Tarhan bal kişand ser newekheviya li zanîngehan û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li zanîngehan newekheviya zayendî ji nû ve tê hilberandin. Qetilkirina Ceren Damar ne çîroka acizkirina xwendekarekî ya ji mamosteyekî ye. Cînayeta jinekê ye. Ev cînayet jî ji zihniyeta serdest a zilam xwedî dibe. Xwendekarên zanîngehan ên jin û LGBTÎ, weke her qadê wê li zanîngehan jî li dijî zihniyeta serdest a zilam têbikoşin. Em ê li zanîngehan rê nedin tundiya AKP’ê, YOK’ê, polis û zilaman. Em zanîngehên jinan jî rektorên zayendperest û li dijî LGBTÎ naxwazin. Em li sînorên jinên baş nanêrin û serê xwe berjêr nakin.”