Dadgehê ji doza Onkol Wezareta Karên Hundir mahkûm kir 2021-03-08 09:00:25 AMED - Di doza ku der barê kuştina Ceylan Onkol a 12 salî ya li mezraya Xanbazê ya navçeya Liceyê bi guleya eskeran hatibu kuştin de, Wezareka Karên Hundir ji sedî 90 bi qisûr hat dîtin.  Dodgehê Wezaret mahkûm kir û biryar da ku wezaret 283 hezar tl bide malbat Onkol.  Ceylan Onkol a 12 salî, di 28'ê îlona sala 2009'an de li mezraya Xanbaz a Gundê Şenlîkê yê Navçeya  Liceya Amedê dema pez diçêrand, bi guleya eskeran jiyana xwe ji dest dabû. Dayik û bavê Ceylan Onkol der barê Wezareta Karên Hundir de tazminata maddî û manevî vekirin. Dadgehê Wezareta Karên Hundir mahkûm kir û biryar da ku wezaret tazmînate bide malbatê. Parêzerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê ku piştgirî dan malbatê li 2’emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê doz vekirin. Dadgehê biryar da ku Wezareta Karên Hundiur 283 hezar TL tazmînata maddî û manevî bide malbata Onkol.    Piştî malbatê bi rêya parêzerê ÎHD'ê li Dadgeha Îdarî doz vekir, dadgehê ji Wezaretê parastin xwest. Wezareta Karên Hundir parastin kir. Dadgehê jî piştî parastinê diyar kir ku ji ber Wezaretê belge û agahiyên der barê cihê Onkol lê hatiye kuştin ên ku ne cihê çûn û hatinê ye û ne cihê çêrandinê ye pêşkêşî wan nekiriye, nîqan dide ku îdareya doz lê hatiye vekirin li gorî pîvanên ewlehiyê tev negeriya ye. Dadgehê biryar da ku aliyê doz lê hatiye vekirin bi qisûr e.  Dadgehê biryar da ku di bûyerê de Onkol ji sedî 10 û îdare ji sedî 90 bi qisûr e. Dadgehê biryar da ku ji  ber Onkol ji sedî 10  bi qusûr e, ji bo dayik Saliha Onkol 124 hezar û 700 TL tazmînata maddî bê xwe xwestin, Para 112  hezar û 230 TL ji ber bi meaş ve girêdayî ji bo bav Raif Onko jî 77 hezar û 890 TL tazmînata maddî bê xwestin û para 70 hezar û 101 TL tazmînat qebûl kir.    Dadgehê ji bo tazmînata 150 hezar tl ya ku dayik û bavê Ceylan Onkol xwestibû jî ji bo dayikê 50 hezar û bav 50 hezar bi giştî 100 hezar tl tazmînat bê dayîn. Dadgehê biryar da ku bi giştî Wezaret 283 hezar tl tazmînatê bide malbata Onkol.    MA / Mehmet Şah Oruç