Piştî 16 salan atolyeya xwe ya tekstîlê vekir 2021-03-08 09:00:24 AYDIN –  Meral Karakûş ku bê rawestan li dijî zextên dewletê, koçberî, cihêkarî û xizaniyê têkoşiyaye, di çîroka xwe de şertan xera kiriye û piştî ceribandinên xwe yên 16 salan atolyeyeke tekstîlê vekiriye.  Jin, di çîroka ku têde cih digirin de şertan xera dikin û guhertinê li pergalan ferz dikin. Yek ji van çîrokan jî çîroka Meral Karakûş a Sêrtî ye. Karakûş, li gundê Kadya yê navçeya Misircê ya Sêrtê ji dayik dibe û ji ber ferzkirina cerdevaniyê di sala 1994’an de dema ku 8 salî ye bi malbata xwe re koçî navçeya Kemerê ya Aydinê dibe.    DEV JO TÊKOŞÎNA XWE BERNADE   Karakûş, di nav 11 xwişk û birayan de di rêza 7’an de cih digire. Hê di 9 saliya xwe de dest bi karen nav erdan dike. Li Aydinê rexmî ku cihêkarî li tê kirin û di nav xizaniyê de dijî jî dev ji têkoşîna xwe ya li hemberî jiyanê bernade. Dema ku dibe 12 salî jî li tekstîlê dest bi kar dike û di 21 saliya xwe de dizewice û derbasî Stenbolê dibe. Li vir jî di tekstîlan de dixebite û ji ber pirsgirêkên malbatî di sala 2010’an de careke din vedigere Aydinê.    JINEKE DI NAV XEBATÊ DE   Di vê navberê de 2 zarokên Karakûş çêdibin û piştî ceribandinên xwe dibe osta û biryara dide ku atolyeyeke tekstîlê vebike. Di sala 2014’an de bi hevjînê xwe re atolyeyeke tekstîlê vedike û di nav demeke kurt de karê bi pêş dixe û gelek kesî li cem xwe dide xebitandin. Li gel ku di qrîza 2018’an de atolyeya xwe digire jî dev j hilberandinê bernade û piştî salekê di bin mala xwe de atolyeyeke din vedike.    JI BER XIZANIYÊ NAÇE DIBISTANÊ   Karakûş, têkildarî vê serboriya xwe ya bi zor û zehmet ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Karakûş, da zanîn ku dema hatine Aydinê bi zor û zehmetiyên madî û menewî re rûbirû mane û wiha got: “Kekê min li leşkeriyê bû û bavê min jî ji ber sedemên siyasî lêgerîna wî hebû û ne li cem me bû. Dema ku em hatin Aydinê ez 8 salî bûm û ji ber xizaniyê neçûm dibistanê. Di her warî de zehmetî kişand. Min zarokatiya xwe winda kir. Tê bîra min bi rojan giriyam. Dema em derdiketin kuçeyê ji me re digotin, ‘kurdên pîs hûn çima hatin vir? Biçin gundê xwe’. Ev jî gelek me diêşand.”   10 SALAN LI HEMAN ATOLYEYÊ DIXEBITE   Têkildarî jiyana xwe kar de jî Karakûş ev tişt anîn ziman: “Di 9 saliya xwe de bi malbata xwe re min dest bi karên erda kir. Piştre ji ber ku ev kar ne li gorî min bûn min berê xwe da karên cuda. Destpêkê çûm dikaneke kuaför. Lê ji ber ku pere kêm didan, min dev jê berda. Memeleya wan jî pir xerab bû. Êdî tirkî jî hîn dikir. Piştre jî di 12 saliya xwe de li atolyeyeke tekstîlê dest bi kar kir. Piştî salan bûm osta. Patronê min hemû berpirsyariya kar da ser milê min. 10 salan li heman atölyeye xebitîm û piştre derbasî atolyeyeke din bûm. Weke her sektorîê di vê sektorê de jî di nav jin û mêran de wekhevî tunebû. Ev jî min gelek aciz dikir. Pere pirs didan mêran. Jin ne di ferqa ku gelek caran tacîza bi gotinî û fizikî li wan dihat kirin de bûn. Ji ber ku li dijî vê rewşê derdiketim gelek caran cihê xwe diguherand. Timik astengî ji jinan re derdixin.”   PIŞTÎ 16 SALAN ATOLYE VEDIKE   Karakûş, got ku di sala 2014’an de bixwe atolyeya tekstîlê vekiriye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Min bi deyn makîneyan kirî. Karê min baş bû û min atolyeya xwe mezin kir û gelek karker girt kar. Lê di sala 2018’an de qrîza ku derker bandora xwe li tekstîlê jî kir. Bi taybetî jî atolyeyên biçûk hatin girtin. Ez jî bûm mexdûrê vê. Neçar mam ku makîneyên xwe bifiroşim. Niha tenê 4 makîneyên min man e. Lê dîsa jî min nexwest atolyeya xwe bigirim. Ji ber vê min binî mala xwe kir atolye. Niha bi derfetên kêm hilberîna xwe didomînim. Heke pêş de derfetên min çêbibin ez ê atolyeyeke ku tenê jin lê bixebitin vebikim. A girîng têkoşîna jinan a ji bo ku hewcê kesî nebin didine.”   MA / Esra Solîn Dal