Li dijî cihêkariya zayendî jin li her derê ne 2021-03-08 09:00:23 ENQERE – Ezgî Mersîn ku li Xana Birinc a Enqereyê bi xesiya xwe re kafekê dixebitînin, bal kişand ser zayendperestiya civakê û ev tişt gotin: “Bi rûniştinê tiştekî naguhere. Tiştek tenê jî biguhere ev weke şepê mezin dibe.” Jinên ku dema pandemiyê li gel zêdebûna zextên li ser xwe û zehmetiyên kar têkoşîna xwe mezin kirin, li laş, ked û pêşeroja xwe xwedî derdikevin. Di pêvajoya ku tê xwestin di malê de bên hefskirin, jin bûn navenda girîng a muxaleeta civakî. Her roj jinên nû li jinên ku alternatîfên bi çareserî qadên nû vedikin zêde dibin. Ezgî Mersîn û xesiya xwe Nargul Mersîn jî ji van jinan e. Li Xana Birinc a li navçeya Altindagê ya Enqereyê Teras Vîntage Plak Kafe vekirine û debara mala xwe pe dikin.    HEKE JIN BIXWAZE   Ezgî Mersîn ku pîşeya wê bingehîn endezyariya hawirdorê ye, piştî welidînê ji kare xwe hat derxistin û dema ku ji hevjînê xwe yê endezyarê nexşeyê re li kar digere, kafeya ku dixebitîne dibine û vedike. Ji ber ku kafe ji bo firotina servîsa bi paket ne guncav e, dema pandemiyê gelek zehmetî dikişinin. Têkilarî têkoşîna jinê ya ji bo jiyanê jî ev tişt gotin: “Ez vir bi malbata xwe re dixebitînim. Ji berk u hevjînê min jî bi me re em zêde zehmetî nakişînin lê heke tenê em her dû jin buna wê me zehmetî bikişanda. Lewre di civakê de esnafên jin baş nayên pêşwazîkirin. Li gorî min gere jin di her sektorî de hebe. Heke jin bi xwaze dikare her tiştî bike. Dikare bibe ostayê motorê jî û dikare li pîşesazî û qewê jî bixebite. Dikare her karê ku zilam dike, bike. Hem bi hêza xwe ya laşî hem jî bi hêza xwe ya mêjî.”   TÊKOŞÎNA JI BO WEKHEVIYÊ   Di berdewamê de Mersîn, destnîşan kir ku divê hem zilam hem jî jin femînîst bifikirin û wiha ev tişt anîn ziman: “Em di civakê de wekhev in. Heta ku ev bê qebûlkirin wê jin şerê vê bikin. Çawa ku em li pêş zilam ne asteng in divê zilam jî li pêşiya me nebe asteng. Divê hin tişt biguherin. Ji bo vê jî bar dikeve ser milê herkesî. Ne hedê min aqil bidim tu jinî, lê pêşniyar dikim ku çi dibe bila bibe divê jin bihêvî û bihêz be. Bi rûniştinê tiştekî çareser nabe. Guherîn bi kes re dest pê dike. Heke di civakê de tiştekî biguhere weke şepê mezin dibe. Ji ber vê pêşniyar dikim ku hemû jin bihêz bin û tişta ji destê wan tê bikin.”   KEDA NAV MALÊ NAYÊ DÎTIN   Xwesiya Mersîn Nargul Mersîn jî da zanîn ku heta roja ku kafe vekirine jî li tu derî nexebitiye û wiha got: “Lêpirsîna keça min a biçûktiyê ku timik pirsa ‘Dayo tu çima naebitî?’ dikir min teşfîqê kar kir. Di nav malê de keda min a 40 salan girîng nedihat dîtin. Divê hemû jin bixebitin. Jixwe em li malê dixebitin. Qîmeta vê pir tuneye. Dema ku mirov li cihekî dixebite bêtir ji xwe bawer dibe.”