ROJEVA 8'Ê ADARA 2021'AN 2021-03-08 09:00:04 * Ezgî Mersîn ku li Xana Birinc a Enqereyê bi xesiya xwe re kafekê dixebitînin, bal kişand ser zayendperestiya civakê û ev tişt gotin: “Bi rûniştinê tiştekî naguhere. Tiştek tenê jî biguhere ev weke şepê mezin dibe.” * Meral Karakûş ku bê rawestan li dijî zextên dewletê, koçberî, cihêkarî û xizaniyê têkoşiyaye, di çîroka xwe de şertan xera kiriye û piştî ceribandinên xwe yên 16 salan atolyeyeke tekstîlê vekiriye.    * Di doza ku der barê kuştina Ceylan Onkol a 12 salî ya li mezraya Xanbazê ya navçeya Liceyê bi guleya eskeran hatibu kuştin de, Wezareka Karên Hundir ji sedî 90 bi qisûr hat dîtin.  Dodgehê Wezaret mahkûm kir û biryar da ku wezaret 283 hezar tl bide malbat Onkol.    *  Xwendekarên jin bal kişandin ser tundiya li dijî jinan ku li zanîngehan zêde bûye û ev tişt gotin: “Em ê li zanîngehan rê nedin tundiya AKP’ê, YOK’ê, polis û zilaman.”   * Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wê li navçeya Buyukçekmeceyê "Daristana Bîranîna 8'ê Adarê" ava bikin. Hevseroka Gişî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî wê beşdarî çalakiyê bibe. (11.00)   * Bi pêşengiya TJA'yê wê îro bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran çalakî, şahî, mitîng û meş werin lidarxistin. (12.00-19.00)