Beriya 8’ê Adarê jinên di greva birçîbûnê de silav kirin 2021-03-07 22:00:22 AMED – Jinên ku li navçeya Rezan bi peşengiya Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê hatin gelhev, beriya 8’ê Adarê bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê û çalakiya jinên di grevê de silav kirin. Li taxa Şêx Şamîl a navçeya Rezan a Amedê, jinên bi pêşengiya Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê hatin gelhev meş li dar xistin. Di meşê de jinan bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê û çalakiya jinên di grevê de silav kirin. Di meşê de jinan dûrişmeyên mîna “Bijî Têkoşîna Jina” “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.