Hejmara qurbaniyên koronayê ji 29 hezarî derba bû 2021-03-07 19:58:39   NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, di 24 saetên dawîn de ji ber vîrûsa koronayê 65 kesan jiyana xwe ji dest daye û 11 hezar û 187 kes jî pê ketine.    Wezareta Tenduristiyê daneyên 24 saetên dawîn ên vîrûsa koronayê bi tabloyekê ragihand. Li gorî daneyên wezaretê, ji ber vîrûsa koronayê 65 kesan jiyana xwe ji dest daye û 11 hezar û 187 kes jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê derket 29 hezar û 30 kesî û hejmara kesên kup ê ketine jî gihîşt 2 milyon û 780 hezar û 417 kesî.