Li Amedê qezaya trafîqê: 2 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dan 2021-03-07 19:32:02 AMED - Li navçeya Farqînê qezaya trafîqê pêk hat û 2 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dan Li navçeya Farqînê ya Amedê, otomobîlek li qamyonetekê qelibî û qezaya trafîqê pêk hat. Di encama qezayê de 2 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn. Hemû ferdên malbata ku di otomobîla bi pîlaqeya 25 AAZ 749 ku Sercan Ozturk bi kar dianî de bû, jiyana xwe ji dest da. Her sê kesên di qamyonetê de jî birîndar bûn û wan rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.