Kesên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-03-07 19:19:28   STENBOL – Kesên ku di çalakiya 8’ê Adarê ya navçeya Kadikoyê de hatibûn binçavkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin, hatin berdan.    Duh li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê çalakiya 8’ê Adarê hatibû lidarxistin. Polisan di vê çalakiyê de 8 kesên LGBTÎ+aktîvîst û jin bi derpkirinê binçav kiribûn. Van kesên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin, 6 jê ji wan bi qedexeya derketina derve hatin berdan û li 2 kesan jî ji bo mehekê cezayê hefsa malê hat birîn.