Li Dîlokê meşa 8'ê Adarê: Em natirsin û îtaet nakin 2021-03-07 17:55:04 DÎLOK - Li Dîlokê Platforma Demokratîk a Jinan, 8'ê Adarê bi meşeke girseyî pîroz kir û got, "Keda me, bedena me, nasnameya me û azadiya me ya me ye."       Platforma Demokratîk a Dîlokê ya Jinan, 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi meşeke girsyî pîroz kir.  Jinên ku li Parka Kirkayak hatin gel hev, pankarta bi nivîsa, "Ne peymana stebolê qetilkirinê asteng bike", "Keda me, bedena me, nasnameya me û azadiya me ya me ye." vekirin. Jin bi dowîzên, "Jin jiyan azadî", "Lêgerîna tazî îşkence ye" û "Gulîstan Doku li ku ye?" heta parka Yeşîlsuyê meşiyan.    Jin piştî li gel dirûşman gîhan parkê li ser navê wan metna hevpar ji aliyê Gul Fîdan Ozpolat ve hat xwendin. Gulê bi bîranîna jinên jiyana xwe ji dest dan dest bi axaftinê kir û wiha got : " Zahmetiyên pêvajoya panedmiyê herî zêde jinan kişandin û hepsî malê hatin kirin.  Mînaka vê jî rêjeya jinan a tevlibûna jiyana civakî û îstîhdamê ye ku kêm bûye ye.  Li gel van hemû pêkanînan li Tirkiyeyê di sala 2020'î de herî kêm 300 jin hatin qetilkirin û kuştina 171 jinan jî wekî mirina bi gûman derbasî qeydan hat kirin. Tenê li Dîlokê di nava salekê de jinên mîna Duygu Delen, Sezay, Koçalk, Feyza Nur Saglam û gelek jinên din di bin navê întîharê de hatin qetilkirin.  Li tevahiya welêt jî gelek jin bi tundiya fîzîkî, zayendî û derûnî ya xizmên xwe re rûbirû man û her roj 4 jin hatin qetilkirin.    Çalakî piştî axaftinê bi govendê bi dawî bû.