Jin vexwendin mîtîngên Amed û Wanê 2021-03-07 16:54:24 AMED/WAN - Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê, li Wan û Amedê qerenfîl ji jinan belav kirin û jin vexwendin mîtîngên sibe li Amed û Wanê bên lidarxistin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê bi şîara "Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî terîdê azadiyê diparêzin" sibe li Qada Îstasyona Amedê mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dar bixe. TJA'yê berî mîtîngê li navçeyên Yenîşehir, Rêzan, Peyas û Farqînê broşûr belavkirin û jin vexwendin mîtîngê. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun, Dêrsim Dag ve Semra Guzel tevlî xebatan bûn.    TJA û û Meclîsa Jinan a HDP'ê bi heman şîarê wê sibe saet 11.00'an li Parka Musa Anter a Wanê Mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dar bixe. Aktivîstên TJA'yê û jinên HDP'î li navenda bajêr qerenfîl û belavok li jinan belav kirin û jin vexwendin mîtîngê. Parlamentera HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Muazzez Orhan û aktîvîstên TJA'yê tevli çalakiyê bûn.