Di meha Sibatê de 138 karkeran jiyana xwe ji dest dan 2021-03-07 16:40:25 STENBOL - Li gorî rapora cînayetên kar ên meha Sibatê ya Meclîsa ÎSÎG’ê aşker kir, herî kêm 138 karkeran jiyana xwe ji dest dan.   Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlekariya Kar (ÎSÎG), rapora xwe ya cînayên kar ên di meha Sibatê de rû dan aşker kir. Di raporê de, hat diyarkirin ku desthilatdarî û karsazan salek pêvajoya pandemiyê ji bo xwe veguherandin fersendê û wiha hat gotin: “Bi taybetî di rojên şewbê de, bi hincetên cuda gelek karker ji kar hatin avêtin. Li gorî me tespît kiriye, ji ber Kovîd-19 herî kêm 848 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Ango Kovîd-19 bûye nexweşiya cîna karkeran.”    DI SIBATÊ 138 CÎNAYETÊN KAR    Meclîsa ÎSÎG’ê, da zanîn ku di meha Sibatê de herî kêm 138 cînayetên kar rû dan û daneyên xwe yên têkildarî mijarê parve kir.   Danayên karkerên jiyana xwe ji dest dayîn wiha ye:     “*Ji 138 kedkaran 113 jê karmend û karkerên mûçekarin.     *Ji 138 karkerên jiyana xwe ji dest dan 7 jê jin û 131 jê zilamin.    *4 karkerên zarok can dan û van zarokan di karên çandinî û înşaetê de jiyana xwe ji dest dan…    *46 karên temenê wan di ser 51’an re jiyana xwe ji dest dan.    *5 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan. 3 ji van Sûriyeyî, 1 Îranî û 1 jî Ûgandali bû…   *Ji karkerên jiyana xwe ji dest dan 6 jê sendîkayîbûn. Ev karker di karên tekstîlê û tenduristiyê de dixebitîn.”