5’emîn Konsera Amîda diyarî jinan hat kirin 2021-03-07 16:09:59 AMED - 5’emîn rêze “Konserên Dengê Qedîm ên Amîdayê” bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, diyarî jinan hat kirin. Konser, wê îşek saet 20.00’an de li ser platforma medya civakî bê weşandin.   5’emîn rêze Konserên Amîdayê ya bi organîzasyona Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) tên lidarxistin, li Şikeftên Hîlar a Navçeya Erxeniyê pêk hat. Solîstên jin ên Kardeş Turkulerî û koma Jinan a Ma Muzikê bi hev re di konserê de cih girtin.   Konsera ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat lidarxistin û diyarî jinan hat kirin, wê îşek saet 20.00’an de li ser platforma medya civakî ya DTSO’yê bê weşandin.   Alîkara Sekretera Giştî ya DTSO’yê û Koordînatora Projeyê Meryem Ozdemîr Ok, têkildarî mijarê ev peyam dan: “Em rêze Konsera xwe ya 5’emîn bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, dariyî hemû jinan dikin.”