Dozger xwest aktîvîstên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin, bên girtin 2021-03-07 15:16:34   STENBOL - 8 jin û aktîvîstên LGBTÎ+ ên piştî Hevdîtina Jinan a Mezin a Kadikoyê bi lêdanê hatibûn binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    8 jin û aktîvîstên LGBTÎ+, piştî Hevdîtina Jinan a Mezin a li ser banga Platforma Jinan a 8’ê Adarê li Kadikoya Stenbolê hat lidarxistin, bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Aktivîstên sewqî edliyê hatin kirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.      Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê, di parvekirina li ser hesabê xwe yê medya civakî de wiha got: “Jinên ku di çalakiya 6’ê Adarê ya li Kadikoyê hatin binçavkirin de, sewqî Edliya Anadoluyê hatin kirin. Dozger îfadeya wan girt û bi daxwaza girtinê hemû sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê kirin. Ji bo lêpirsînê em derbasî edliyê dibin.”