ANYAKAY-DER: Dewlet kesên li mafên xwe digerin krîmînalîze dike 2021-03-06 17:12:49 STENBOL - ANYAKAY-DER’ê bertek nîşanî girtin û binçavkirinên MEBYA-DER’ê da û diyar kir ku saziyên di qada maf de têdikoşin, bi destê dewletê tên krîmînalîze kirin.     Komeleya Piştevanî û Alîkariyê Malbatên Xizmên Xwe Windakirin a Anadolûyê (ANYAKAY-DER), têkildarî girtin û binçavkirinên endam û rêveberên MEBYA-DER’ê li avahiya xwe ya navçeya Aksarayê civîna  çapemeniyê li dar xist û bertek nîşanî girtin û binçavkirinan da. Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Sûltan Karasû di civînê de axivî. Karasû, bi bîr xist ku polîsan deriyê MEBYA-DER’ê şikandine, lêgerîn kirine û wiha got: “Di lêgerînê de polîsan dest daniye ser kompîtûra saziyê, lênûska biryarê, lênûska endamtiyê, formen serlêdanê yên malbatan, belgeyên kirariyên teslîmkirina cenazeyan û vekaletnameyan. Gelek kesên hatine binçavkirin temenê wan 60, 70 û 80 salî ne û nexweşiyên wan ên kronîk hene. Serdegirtina malê ya van kesan ne hiqûqî ne jî exlakî nayê qebûlkirin. Wekî din jî di şertên pandemiyê de kesên pîr ên nexweşiyên wan ên kronîk hene, mayîna wan a di demekî dirêj di bin çavan de mûameleya nebaş e.”   ‘TÊKOŞÎNA MAF KRÎMÎNALÎZE DIKIN'    Karasû, destnîşan kir ku MEBYA-DER rêxistineke sivîl a civakî ya kesên di şer de jiyana xwe ji dest didin û rewşên derveyî mirovî derketin holê pêvajoya teslîm kirin û hiqûqî ya cenazeyan dişopîne ye. Karasû, bi lev kir ku di encama piştguhkirina binpêkirinan a dewletê de, rêxistinên sivîl ên civakî dixwazin li hemberî van binpêkirinan bibin bersiv û wiha berdewam kir: “Saziyen ku dewlet naparêze û di qadên maf de têdikoşin bi destê dewletê tên krîmînalîzekirin.”   ‘DIVÊ BÊ HIQÛQIYÊ BI DAWÎ BIKIN'    Karasû, da zanîn ku tiştên hatine kirin bi armanca “polîtîkayên mehandinê” tên kirin û got: “Kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatine binçavkirin, ewê ku di têkoşîna maf de nehekî li wan hatine kirinin, ango dayik in. Ev nêzîkatiya li dijî dayikan nayê qebûlkirin. Em ji vir careke din bang li desthilatê û meqamên darazê yên bûne hevparên bêhiqûqiyê dikin, hemû endam û reveberên saziyê yên hatine binçavkirin û girtin divê demildest bên berdan û ev bêhiqûqî bê bidawîkirin.”