Hevdîtina jinan a mezin dest pê kir: Dilê me ji bo azadiyê lê dide 2021-03-06 17:09:02 STENBOL - Li Kadikoya Stenbolê, bi hezaran jinên li hev kom bûn, dest bi “Hevdîtina Jinan a Mezin” kirin. Jin, bi pankarta “Em ê Azadiya xwe Qezenc bikin” û dowîzan ketin qadê.   Hevdîtina mezin a jinan a bi pêşengtiya Platforma Jinan a 8’ê Adarê bi şîara “Em ê Azadiya xwe Qezenc bikin” li Qada Îskeleyê ya Beşîktaşê ya li Kadikoyê, bi kombûyîna jinan re dest pê kir.    Polîsan berî hevdîtinê Qada Îskeleyê dorpêç kirin. Jin, ji gelek aliyan ve ber bi qadê ve meşiyan. Jinên ku li ser Cadeya Caferaga kom bûn, ber bi qadê ve meşiyan.    Jinên HDP û HDK’ê jî, bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Jin wê êdî bêdeng nemînin” ber bi qadê ve meşiyan. Polîsan xwestin berzkirina dirûşmeyên jinan asteng bikin, lê vê carê jî jinan bi lêxistina erbaneyan û tilîliyan bersiv dan polîsan.    Jinên ku heya Îskeleyê meşiyan, ji aliyê esnafan ve bi lêxistina çepikan hatin destekirin. Piştî ku jin gehiştin qadê di lêgerînê re derbas bûn û yek bi yek ketin qadê.   Jin bi kincên xwe yên reng bi reng, pankartên xwe yên daxwazên xwe li ser nivîsandibûn û dowîzan ketin qadê.  Jinên ku ketin qadê cardin dirûşme berz kirin û li tilîliyan xistin. Hevdîtina jinan a dest pê kir, dewam kir.