Jinan li Qamişlo mîtînga 8’ê Adarê li dar xist: Ji bo Ocalan û jin azad bibin emê têbikoşin 2021-03-06 16:20:27 QAMIŞLO/MEXMÛR - Bi hezaran jinên Kurd, Ereb û Suriyanî yên Bakur û Rojhilatê Sûriye, tev li mîtînga 8’ê Adarê ya ku li bajarokê Himo ya Qamişloyê hate lidarxistin bûn. Jinan di mîtingê de peyama "Ji bo Rêberê Abdullah Ocalan û jin azad bibin, em ê têkoşînê mezin bikin" dan. Jinan li Mexmur û Silêmaniyê ji bi şahiyên cuda 8'ê Adarê piroz kirin.    Bi hezaran jinên Kurd, Ereb û Suriyanî yên Bakur û Rojhilatê Sûriye, tev li mîtînga 8’ê Adarê ya ku li bajarokê Himo ya Qamişloyê hate lidarxistin bûn. Qada mîtîngê bi wêneyên şervanên kurd ên di şer de jiyana xwe ji dest dane, alên sazî û partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriye û Kongreya Star hatin xemilandin. Li qadê pankarta "Têkoşîna me garantiya şoreşa jinê ye" vekirin. Berdevka Kongreya Star Remziya Mihemed a di mîtîngê de axivî û 8’ê Adarê diyarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû jinên Sûriye kir. Mihemed diyar kir ku jin xwe rêxistin dikin, xwedî li destkeftiyên bi fedekariya bi sedan şervanî hatin bidestxistin, derdikevin û got: “Wê têkoşîna me dewam dike heta ku hemû qadên di bin dagirkeriyê de bên rizgarkirin. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinan em ê têkoşînê mezin bikin."    Berdevka Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Necla Tamî jî bal kişand ser destkeftiyên jinan û wiha got: “Piştî dîrokeke ji têkoşînê tije û fedekariyên mezin, di warê siyasî, leşkerî û civakî de gelek destkeftî hatin bidestxistin. Jinan di şoreşê de bi lehengiyê û sekna xwe hem cîhan bandor kir. Têkoşîneke bê eman da meşandin, nirxên hevpar parastin, di nava gelan de jî sîstema hevpar ava kir.”   Temî bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe pêk bînin û xwest êrîşên Tirkiye ya li ser jinan rawestînin û sûcên wan bidarezînin.   Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah jî axivî û got: “Carekî din em soz didin ku em ê şoreşê biparêzin, dagirekriya Erdogan û Tirkan hilweşînin. Em ê carekî din ala xwe li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ba bikin. Me çawa ala çeteyên DAÎŞ’ê daxist erdê, em ê ala van çeteyan jî daxin erdê. Ji bo em ala jinan li ba bikin, divê hemû jinên cîhanê têkoşînê bikin.”   Peyamên prozbahiyê yên 8’ê Adarê tên xwedin û mûzîk tên gotin. Jinan li qadê berhemên destan jî nîşan dan.   SILÊMANΠ   Li navçeya Berdqareman ya Silêmaniyê 8’ê Adarê tê pîroz kirin. Bi dehan jin li navenda pîrozbahiyê kombûn û 8’ê Adarê bi coş pîroz kirin. Bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi dehan jin li navçeya Berdeqehremana Silêmaniyê kombûn û 8’ê Adarê bi coş pîroz kirin. Jin bi dirûşmeya ‘Dem dema parastina civakek azad û jiyana azade’ di van kêliyan de 8’ê Adarê pîroz kirin. Hunermend Şehên Talebanî, Niyan Ebdula, Rubar Reşîd û Şinyar Necîb tevlî pîrozbahiyê bibin. Koma Def ya Viyan Soran û koma Govendê ya Destîna Qendîl jî wê tevil bibin. Li qada pîrozbahiyê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Viyan Soran û gelek kesên di tekoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dan hatin rakirin. Tê payîn şahî heya danê êvarî dewam bike.   MEXMÛR    Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Mexmûra ser bi bajarê Musilê ve çalakiyên cur be cur tên li darxistin. Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja jinên cîhanê li Mexmûrê bi çalakiyên cûr be cûr di dome. Di rêze çalakiyan de Şaredariya Mexmûrê dar çandîn û Tevgera Jinên Ciwan bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi lêdana erbaneyan heta ser girê Qereçox meşiyan. Di nava van rêzeçalekiyan de ji bo pirozkirina 8’ê Adarê Şaraderiya Mexmûrê li parqa Şehîd Zehra Penaber dar çandin.Tevgera Jinên Cîwan jî bi reng û dengên xwe bi cil û bergên xwe yên Kurdî, lêdana erbane û bi gotina stranan ji Meclîsa Îştar heta ser girê Qereçox meşiyan. Li wê derê li ser navê Tevgera jinên Ciwanan axaftin hat kirin û beriya çalakî destpê bike deqeyek rêz hat girtin.   Li wê derê li ser navê Tevgera jinên Ciwanan endama TJCM’ê Selma Bozan axivî û got: “Di destpêkê de em roja 8’ê Adarê li rêber Apo û hemû jinên cîhanê, hemû jinên Kurd pîroz dikim. Divê ji bo me her roj weke rojên taybet be û li gora wê em xwe rêxistin bikin. Ji ber vê erk û misyona dikeve li ser milê jinên ciwan gelek giringe.”   Pîştî axaftinê Jin hemû kombûn balon û kevokên aşityê li ser gir firinadin û pîştre jî jinan bi govendek germ û tilîliyan 8’ê Adarê pêşwazî kirin.