Ber bi 8'ê Adarê ve: Di sedsala 21'emîn têkoşîn mezin dibe 2021-03-06 16:09:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li gelek bajaran çalakî û bernameyên cuda li dar xistin û banga beşdarbûna 8'ê Adarê kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêxistinên jinan ên civaka sivîl re, amadekariyên xwe yên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dewam dikin. Jin li gelek bajaran hatin gelhev, bi çalakî û bernameyên cuda 8'ê Adarê pîroz kirin û jin vexwendin mîtîngên 8'ê Adarê.   HATAY    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskencerûnê, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, bi jinan re li ser taştê li hev civiyan. Endama Meclîsa HDP’ê Parêzer Mehtaş Sert, jinên SYKP, ÎHD û EMEP’ê jî di nav de gelek jin beşdarî bernameyê bûn. Hevseroka HDP’ê ya Îskenderûnê Hulya Ateş, di bernameya şaştê de axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan. Ateş, hemû jin vexwendin pîrozbahiya roja 8’ê Adarê ya, di saet 15.30’an de li bazara berê bê lidarxistin.    Endama Meclîsa Partiyê Parêzer Mehtap Sert jî, di bernameyê de axivî û wiha  got: “Em ê li dijî serdestiya zilam, polîtîkayên tundiya dewletê yên li ser jinan û nêzîkatiyên tundiyê yên li ser zarok û LGBT’iyan, di 8’ê Adarê de bi deng û rengên xwe li qadan bin.”    EDENE   Platforma Jinan a Edeneyê û Piştevaniya +LGBTÎ ya Edeneyê, li Şaxa Egîtîm Sena Edenê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de, zext û êrîşên li dijî jinan hatin nirxandin. Polîtîkayên dewlet û desthilatdariyê yên li dijî jinan hatin rexne kirin û banga tevlîbûna pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hat kirin.    DERSIM   Tevgera Jinên Azad û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dersimê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, esnafên jin ên navenda bajêr ziyaret kirin û qerenfîl li wan belav kirin. Esnafên jin, ji bo vê yekê keyfxweşiya xwe bi jinên HDP'î re parve kirin. Jinên HDP'î jî, jinên esnaf vexwendin çalakiya Platforma Jinan a Dersimê ya di roja 8'ê Adarê de, saet 12.00'an li dar bixe.    MÊRDÎN    Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê ya Jinan dimînin, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê peyam şandin. Jinan di hevdîtina telefonê yên bi malbatan re de, peyama xwe şandin. Ji jinên girtî Nurcan Aslan di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re de wiha got: “Ez, Ziynet Saglam û Parlamantera berê ya HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim sibe dikevin greva birçîbûnê. Em dixwazin sedsala 21’emîn bibe sedsala jinê. Îro di pêşengtiya jinên Kurd de, têkoşîna azadiya jinan, li Rojhilata Navîn digihêje armanca xwe. Em jî weke jinên Kurd, bi biryarin ku bi paradigmaya jinê vê têkoşînê li zindanan mezin bikin. Bi vê boneye, em 8’ê Adara hemû jinan pîroz dikin. Roj roja azadiyê ye.”   ŞIRNEX    Xebatên 8'ê Adarê yên bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li herêma Botanê hatine destpêkirin bênavber didomin. Li navçeya Elkê û Cizîrê aktîvîstên TJA û Meclîsa Jinên HDP'ê li navendan ji jinan re qurnafîl belav kirin û ew vexwendin pîrozbahiya 8'ê Adarê ya ku li navçeya Elkê bê lidarxistin.    Li navçeya Elkê ya Şirnexê jinan bi kincên xwe yên herêmî li navendê û taxa Elkê ji jinan re qurnafîl belav kirin û ew vexwendin pîrozbahiya 8'ê Adarê. Hevseroka Elkê Beybûn Aslan di çalakiyê de axivî û bal kişand li ser girîngiya 8'ê Adarê û bang li jinan kir ku tevlî pîrozbahiya 8'ê Adarê bibin.   Di heman demê de, li navçeya Cizîrê jî, bi tevlîbûna gelek jinan, li koçerên gundên Şêxan, Cînîbrê û Serdehlê qurnafîl hatin belavkirin.      WAN    Jinan li Taxa Şehîd Firat a navçeya Edremîtê ya Wanê jî bernameyek li dar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û gelek jin beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de, qerenfîl li jinan hat belavkirin û jinan guvend gerandin.   BEDLÎS    Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jî, Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn jî di nav de, jinan qerenfîl belav kirin. Coşkûn û jinên pê re, bi belavkirina qerenfîlan re, 8'ê Adara jinan pîroz kirin.