Efser: Helîkoptera li Şirnexê ket jî wekî qeza nîşan dan 2021-03-06 15:58:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Adem Karaçoban, dengê Efser Yusuf Yilmaz, li ser qanala Youtubê ya (https://www.youtube.com/watch?v=8b0Y6fIGcAk) parve kir. Yilmaz, têkildarî helîkoptera li navçeya Tetwanê ya Bedlisê ket xwar axivî û ketina helîkoptera li Şirnexê ket xwar bibîr anî. Yilmaz anî ziman ku ew ê têkildarî ketina helîkopterê bêdeng nemîne û got: "Helîkoptera li Sêgirkê ya Şirnexê ket jî wekî qeza nîşan dan û gotin qeza ye."    Li navçeya Tetwan a Bedlîsê di 4'ê adarê de li texma Girtîgeha Vekirî helîkoptereke eskerî ket. Wezareta Parastinê daxuyand ku 11 esker mirin û 2 jê jî birîndar bûne. Efser Yusuf Yilmaz ê birîndar rizgar bû, dengê wî li ser qanala yutubê hat parvekirin. Rojnameger Adem Karaçoban, dengê Efser Yusuf Yilmaz, li ser qanala Youtubê ya  parve kir. Yilmaz, têkildarî helîkoptera li navçeya Tetwanê ya Bedlisê ket xwar axivî û ketina helîkoptera li Şirnexê ket xwar bibîr anî. Yilmaz anî ziman ku ew ê têkildarî ketina helîkopterê bêdeng nemîne.      Efser helîkoptera ku di sala 2017'an de li Sêgirkê ket xwar û 13 ekseran jiyana xwe ji dest dan bibîr xist û got. Di sala 2017'an de li Sêgirkê ya Şirnexê hemû kes qezaya helîkopterê dizanin. Di bûyerê de Fermandarê Tumena Şirnexê jiyana xwe ji dest da û li tenişta wî jî 7 efsera jiyana xwe ji dest dan. Wê demê jî gotin qeza û wekî qezayê nişan da. Ji bo vê bûyerê jî gotin qeza ye. Muhtemelen qaza ye... Hêvî dikim hûn min fam dikin!!!