ÎHD: Rewşa 61 jinên girtî giran in 2021-03-06 15:46:06   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di çalakiya "Rûniştina F" de bang li rayedaran kir û diyar kir ku li girtigehan rewşa 61 jinên girtiyên nexweş giran in. ÎHD'ê xwest bi lez girtiyên jin ên nexweş serbest berdin.      Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, di 467'emîn çalakiya “Rûniştina F" de li ser hesabê medya tijîdal daxuyanî dan. Endama Komîsyonê Meral Nergis Şahîn daxuyanî da û bang li rayedaran kir ku hemû girtiyên jin ên nexweş serbest berdin. Şahîn, anî ziman ku cudakariya zayendiya civakî pir aşkere xwe nîşan dide û wiha got: "Binpêkirina mafan a li dijî jinan û LGBTİ+ yan her ku diçe zêde dibe. 61 jinên ku nexweşiya wan giran hene. Li gorî komeleya me tespît kiriye, ji girtiyên nexweş ên rewşa wan giran 61 jê jin in. Tenê li herêma Marmarayê 38 jinên nexweş ên rewşa wan giran hene. Ji girtiyên nexweş 5 jinên rewşa wan giran Fatma Tokmak û Sureyya Bulut li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê in. Gulistan Abdo, Hazine Alçî û Mesude Pehlivan jî li Girtîgeha Jinan a Gebze  girti in. Rewşa wan giran e û gelek nexweşî bi wan re hene."    Şahîn 8'ê Adara hemû jinan pîroz kir û  xwest girtiyên jin ên neşweş bi lez serbest bêne berdan.