‘Ma di destên dayikan de çek hebûn?’ 2021-03-06 15:29:01   ÊLIH - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, bertek nîşanî girtina rêveberên MEBYA-DER’ê Meryem Soylû ya 79 salî û Hatûn Aslan a 71 salî da û pirsa “Ma di destên dayikan de çek hebûn?” kir.   Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, têkildarî girtina rêveberên MEBYA-DER’ê Meryem Soylû ya 79 salî û Hatûn Aslan a 71 salî yên di operasyona li dijî saziyê de hatibûn girtin, li avahiya meclîsa xwe daxuyanî da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Hevşaredara Êlihê ya ku qeyûm tayînî cihê wê hatibû kirin Songul Korkmaz û aktîvîstên TJA’yê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de, endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Sûltan Azboy axivî.    ‘EM ŞERMEZAR DIKIN’   Azboy, diyar kir ku girtina dayikan nîşan dide ku dewlet hatiye çi astê û wiha got: “Tenê sûceke dayikan heye, ew jî israrkirina daxwaza aştiyê ye. Ma di destên dayikan de çek hebû? Dixwestin ku mirov nemirin û tu kes bêhiqûqî neyin girtin. Bi girtina dayikan bêhiqûqiyeke din li ewqas bêhiqûqiyan zêde bû.”   ‘EM Ê LI BERXWE BIDIN’   Azboy, destnîşan kir ku ew ê li dijî êrîşên ser xwe têkoşîna xwe mezin bikin û ev peyam da: "Em soz didin girtiyan. Em ê têkoşîna wan a li derve hiştine berdewam bikin. Ew li hundir em jî li derve em ê li dijî bêhiqûqiyên tên jiyîn li ber xwe bidin. Bila ev wisa bê zanîn.” Azboy, xwest bêhiqûqiyên tên jiyîn bên bidawîkirin û bang li raya giştî û daraza navnetewî kir ku li dijî pêkanînên tên jiyîn dengê xwe derxin.