ÎHD: Tanboga û Guler serbest berdin 2021-01-25 13:57:59   HATAY –  Parazvanên mafên biroavan bang li rayedaran kir û xwest girtiyên nexweş Îsmail Tanboga û Siddik Guler ên li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê girtî ne, serbest berdin.    Endam û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), têkildarî rewşa girtiyên nexweş Îsmaîl Tanboga û Siddik Guler ên li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê girtî ne daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberên HDP'ê jî tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îskenderûnê Coşkun Selçûk, daxuyanî xwend û anî ziman ku di sala 2020'an de 49 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Selçûk, destnîşan kir ku li girtîgehan 590 jê girtiyên nexweşê giran in û bi giştî hezar û 564 girtiyên nexweş hene. Selçuk, da zanîn ku di nava girtiyên nexweş de Îsmail Tanboga û Siddik Guler jî hene û wiha got: "Li gorî tespîtan di sala 2020'an de 49 girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Em êdî naxwazin agahiyên mirinê ji girtîgehan bibhîzin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. Girtî Siddik Guler di sala 1940'an de ji dayik bûye û 71 salî ye. Nexweşiya dil, hipertansiyon, romatizma û gelek nexweşiyên din pêre hene. Malbatê anî ziman ku Guler di telefonê de bi zorê di axive. Dîsa Îsmail Tamboga nexweşê dietê ye. Ji ber nexweşiyê daketiye 35 kîloyan. Divê Guler û Tanboga serbest bên berdan."