Siyasetmedarên kurd Taniş û Denîz hatin bîranîn 2021-01-25 13:29:41   ŞIRNEX - Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz ku 20 sal berê li navçeya Silopiya di bin çavan de hatin windakirin, hatin bîranîn.     Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Silopiyayê, Serokê Rêxistina HADEP'ê ya Navçeya Silopiyayê ya Şirnexê Serdar Taniş û rêvebirê navçeyê Ebubekîr Denîz ku di 25'ê çilêya 2001'an de di binçavan de winda bûbûn, bi bernameyekê bi bîr anîn. Malbata Taniş û Denîz, parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hesen Ozguneş û rêveberên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê tevlî bernameya ku li avajiya HDP'ê ya navçeya hat lidarxistin bûn. Di bîranîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de pankarta "Em şopdarê rêya we ne" hat vekirin.   'EM WEKE MALBAT ŞOPDARÊ DOZA WAN IN'   Di bîranînê de destpêkê Hevserokê HDP'a Silopiyayê Kadîr Kûnûr axivî û diyar kir ku heta ku faîl bên dîtin ew ê tebikoşin û heta dawiyê li pey şopa Denîz û Taniş bin. Piştî Kûnûr birayê Serdar Taniş, Yakup Tanış axivî. Taniş jî bal kişand li ser nedîtina faîlan û wiha axivî: "Serdar û Ebûbekîr rêhevalên hev bûn. Her tim ji hêla rayedarên dewletê ve bi kuştinê dihatin tehdîtkirin.Lê tevî hemû gefên kuştinê jî Serdar û Ebubekîr paşde gav neavêtin. Heta ku şehîd ketin jî weke lehengên gelê kurd bûn. Di vê berxwedan û oxira de canê xwe dan. Îro gelê me li ser piyane û têkoşîna wan didomîne. Em weke malbat dê şopdarê doza wan bin û em ê tu caran li hemberî zilmê serê xwe netewînin."   'BERDELÊ WÊ ÇIQAS GIRAN BE EM Ê DOZA PAKREWANAN BIDOMÎNIN'   Piştî Taniş jî Parlementer Hasan Ozgûneş jî axivî. Ozgûneş jî anî ziman ku têkoşîna Taniş û Denîz rêya wan ronî dike û wiha got:" Em her dû hevalên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Têkoşîna wan hêz dide me. Em hêza xwe ji wan digirin. Em ji van dagirkerên bêexleq, bêwîjdan û faşîzan re dibêjin ku heta ku dayikên kurd hebin dê zarokên wan jî li hemberî zilmê têkoşîn bidin. Berdelê wê çiqas giran be jî em ê doza pakrewanên xwe bidomînin."   Piştî axaftinan bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.