Ew qas erebeyên zirxî bi kîve diçin? 2021-01-25 13:17:19   WAN - Liv û tevgera maşîneyên zirxî yên eskerî ku di navbera rêya Wan û Navçeya Elbakê de hat dîtin, bala welatiyan kişand ser xwe.    Gelek maşîneyên zirxî yên eskerî ku ji Wanê ber bi Navçeya Elbakê ya Wanê ve diçin, bala welatiyan kişand ser xwe. Nehat zanîn ku ev maşîneyên eskerî ji ku tên û dê bi kuve biçin.