Ji meşa piştevaniyê ya Guvenê re daxwaza ceza 2021-01-25 12:54:26   AMED - Derbarê 5 jinên ku bi hinceta tevlî meşa piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê bûne tên darizandin de ji sûcdariya “muxalefeta Qanûna Hejmara 2911’an kirinê re” ceza hat xwestin û ji sûcdariya “endamtiya rêxistinê” jî daxwaza beraetê wan hat kirin.     Bi hinceta ku tevlî meşa piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2018'an de bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpirin, bûbûn, derbarê Hevseroka berê ya Şaxa Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê Gonul Adibellî, Hevşaredara Hezroyê Gulistan Ektî ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Bahar Karakaş Ûlûg û Gurbet Ozel û Hasîbe Yazdi de bi sûcdariya “muxalefeta Qanûna Hejmara 2911’an kirinê re” û “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 9'emîn danişîna dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Jinên navborî û parêzerên xwe beşdarî danişînê nebûn.   JI DOZGER DAXWAZA CEZA Û BERAETÊ   Di danişînê de dozger mutalaaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û bi hinceta ku li gel qedexeya walitiyê jî meş hatiye li dar xistin, ji her pênç jinan re ji sûcdariya “muxalefeta Qanûna Hejmara 2911’an kirinê re” ji saelekê heta 3 salan ceza xwest û ji sûcdariya “endamtiya rêxistinê” jî daxwaza beraetê wan kir.     DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Piştî pêşkêşkirina mutalaaya dozger, şandeya dadgehê, ji bo ku her pênç jin û parêzerên wan derbarê mutalaayê de parastinê bikin, danişînê taloqî 10’ê adarê kir.