TUHAY-DER: Daxwazên girtiyan pêk bînin 2021-01-25 12:53:22   WAN - Şaxa TUHAY-DER'ê ya Wanê, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abullah Ocalan daxuyanî dan û xwestin tecrîdkirina Ocalan bê rakirin.    Şaxa Komeleya Alikariya Malbatên Girtiyan a Wanê (TUHAY-DER), têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ku girtî 60 roj in li 107 girtîgehan di greva birçîbûnê de ne, li avahiya komeleyê daxuyanî dan çapemeniyê.  Hevserokê TUHAY-DER'ê Kînyas Başak,  diyar kir ku ji 7'ê Tebaxa 2019'an heta niha parêzer nikarin biçin Îmraliyê û Ocalan di tecrîdê de tê girtin. Başak, destnîşan kir ku pêkanînên li dijî Ocalan li dijî pîvan û peymanên Neteweyên Yekbûyî CPT û xala Zagona  Înfazê ya hêjmar 5275'an e û xwest Wezareta Dadê bi lez daxwazên girtiyan pêk bîne û tecrîdê bi dawî bike. Başak xwest hikûmet û wezaret gavên zagonî bavêjin û bi lez parêzer û malbat biçin bi Ocalan re hevdîtin bikin.    Başak, bang li rêxistinên civakî û demokratîk jî kir û xwest li daxwazên girtiyan xwedî derkevin.