Ji bo qeyûm û burokratên îthalê torpîla meaş 2021-01-25 12:45:00   AMED  - Derket holê ku qeyûm ji bo burokratên ji derve anîn, berî bên bajêr di navbera 5 û 7 hezar TL meaş digirtin, lê piştî tayînî şaredariyê hatin kirin, bi 26 hezar û 500 TL’an dixebitin.   Di pêvajoyeke ku her roj krîza aborî mezin dibe, bêkarî zêdetir dibe, xizantî kûrtir dibe û welatî ji çopê nan kom dikin de, derket holê ku burokratên tayînî Şaredariya Bajêr Mezin a Amedê hatin kirin, ji şaredariyê 2-3 meaşan digirin.     Li gorî nûçeya rojnameya Tîgrîsê ya li Amedê weşanê dike, ev burokratên tayînî Amedê hatin kirin, berê di karên di xebatîn de, 5 an jî 7 hezar 500 TL meaş digirtin. Lê piştî tayînî şaredariyê hatin kirin, meaşê wan zêde bû û her mehê di navbera 12  û 26 hezar û 500 TL’an de meaş digirin.      Qeyûmê tayînî cihê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli hat kirin, bi skandaleke nû re ket rojevê. Qeyûm Cûmalî Atîlla berî ku Mizrakli ji peywirê bê girtin, ji derveyî bajêr rêveberî di anîn û di şaredariyê de bi cih dikirin. Waliyê Amedê û qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin Munîr Karaloglû jî, hemû serokatiyên daîreyan û rêveberên yekîneyên jêr ên şaredariyê ji derveyî bajar anîn û di rêveberiyê de bi cih kirin.    Karaoglû, burokratên ji derveyî bajêr anîn, meaşê wan zêde kirin. Burokratên hatin dayîn kirin, ji yekê zêdetir meaş digirin. Ev burokrat niha di navbera 12 hezar û 26 hezar û 500 TL de maeş digirin.   QEYÛM Û WALIYÊ BERÊ JÎ 4 MEAŞ DIGIRTIN   Hat dest nîşan kir ku qeyûm berê Hasan Basrî Guzeloglû jî, ci 4 cihên cuda yên weke walîtiyê, qeyûm, DÎSKÎ û Serokatiya Lijneya Rêveberiya MED AŞ meaş digirtin.