Ji DÎB’ê biryara konferansa demokrasiyê 2021-01-25 12:17:03   STENBOL – DÎB ku armanc û çawaniya pêkanînên şênber ên yekitiya hêzên demokrasiyê nîqaş dike, biryara da ku di heman çarçoveyê de konferanseke demokrasiyê li dar bixe.    Meclisa Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB), encamên civîna xwe ya ku di 16’ê çileyê de li dar xistibû, bi daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku di civînê de armanc û çawaniya pêkanînên şênber ên yekitiya hêzên demokrasiyê hatiye nîqaşkirin û biryar hatiye dayîn ku ji bo heman armancê konferanseke demokrasiyê bê lidarxistin.    PÊŞNIYARÊN NAVEROKA KONFERANSÊ   Hat destnîşankirin ku hemû beşdarên civînê piştgiriya lidarxistina konferansê kirine û û derbarê naveroka konferansê de ev pêşniyar hatine kirine:    “* Avakirina eniya herî mezin a li dijî faşîzmê bê armanckirin.   * Têkoşîna demokrasiyê derkeve asteke bilindtir.   * Pêvajoya amedkariya konferansê baş bê organîzekirin.   * Bi maf û daxwazên siyasî re maf û daxazên jinan, kedkar, bêkar û xizanan jî di bin navê mafên demokratîk û azadiyan de cih bigirin.    * Êrişên li hemberî HDP’ê weke êrişên li hemberî hemû muxalefetê bên qebûlkirin û dijberiyeke berfireh bê nîşandan.   * Konferans ne bi wesfa neteweyî bi westa navneteweyî bê lidarxistin.”