Li Çewlikê resmê xizaniyê 2021-01-25 11:15:53   ÇEWLIK – Li Çewlikê ku germ daketiye binî sifirê 3,  welatiyan, zirzewat û fikiyên ku hatine avêtin berhev kirin.    Li Tirkiyeyê, ji ber têkçûna aboriyê her ku diçe xizanî zêde dibe. Li taxa Yenîdogan a Çewlikê, welatiyan, zirzewat û fikiyên ku marketekê avêtibûn, berhev kirin. Ev jî careke din xizaniya li welat raxist ber çavan.