Danişîna rojnameger Suren hat taloqkirin 2021-01-25 11:04:49   AMED - Danişîna doza derbarê rojnameger Dûrket Suren de hatibû vekirin, hat taloqkirin.    Danişîna 5’emîn a doza rojnamevan Dûrket Suren a bi îdîaya ku hejmarên rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê di Twîtterê de parve kiriye tê darizandin, li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Suren beşdarî danişînê nebû û parêzerên wê Resûl Tamûr û Yûsûf Erdogan amade bûn.    Di danişînî de hat dîtin ku hîna kêmasiyên di dosyeyê de nehatine temam kirin. Şandeya dadgehê jî, ji bo bendemayîna rapora materyala dîjîtalê ku bikeve dosyayê biryar da û danişînê taloqî 26’ê Nîsanê kir.