‘Zanîngeha Jinan’ wê newekheviyan kûrtir bike' 2021-01-25 10:53:15 ÎZMÎR - Jinên ku zanîngehê dixwînin, diyar kir ku “Zanîngeha Jinan” a bi fermana Erdogan amadekariyên wê yên damezrandinê tên kirin, wê jinan tecrîd bike û newekheviyan kûrtir bike. Jinan, dan zanîn ku wê li dijî modela jina “bîat bike” bisekinin.   “Zanîngeha Jinan” ku Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayîp Erdogan, di sala 2019’an de li Japonyayê dît û fermana damezrandina wê da, di Bernameya Salê ya Serokkomariyê ya Sala 2021’an de cih girt. Agahiya damezrandina “Zanîngeha Jinan” di Rojnameya Fermî de jî hat parvekirin. Jinan, diyar kirin ku wê zanîngeh newekheviya zayendî kûrtir bike û dê li dijî vê projeyê derdikevin.   JINA KU BÎAT BIKE DIXWAZIN   Endama Pîrebokên Kampûsê û xwendekara beşa hemşîretiyê ya Zanîngeha Egeyê Arzû Sert, anî ziman ku li zanîngehan dûçarî perwerdehiyeke zayendî dimînin û wiha axivî: “Zayendî ji rûyê rektorên tacîz û tecawizkar ên desthilat tayînî zanîngehan dike ve pêk tê. Jin weke kirdeya vê têkoşînê li kolanan û qadan dengê xwe derdixînin û xwe bi rêxistin dikin. Desthilatî tam jî li dijî vê têkoşînê, jina ku bîat bike dixwaze. Desthilatî dixwaze jina ku hat tacîzkirin an tecawizkirin bêdeng bibe. Dixwaze vê yekê ji zanîngehan bide dest pê kirin. Em jin destûrê nadin vê yekê. Heke desthilatî bixwaze tacîz û tecawîzê biqedîne divê ewil yekeyên tacîza zayendî ava bike. Bi zanîngeha jinan wê xwe gihandina agahiyan a jinan jî were astengkirin. Em ê li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘JINAN JI TACIZ Û TECAWIZÊ NAPARÊZE’   Xwendekara Beşa Şûnwarnasî ya Zanîngeha Egeyê Îrem Çelîkbaş (19) jî da zanîn ku ev proje wê jinan ji tacîz û tecawizê ne parêze û wiha got: “Daxwazeke me ya zanîngeheke wisa nîne. Em dixwazin zanîngehên akademîk, demokratîk, xweser û bê zayendî bên vekirin. Li şûna ku desthilatî polîtîkayên bergeha serweriya zilam biguherîne, armanc dike ku jinan ji civakê cihê bike.”   DIJBERÊ RÊGEZA WEKHEVIYÊ YE   Xwendekara Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Katîp Çelebî Ronî Buşra Îpek (19) jî, bi bîr xist ku çi dema “Zanîngehên Jinan” vebin, wê malbatên mûhafazakar wê zextê li keçên xwe bikin ku biçin van zanîngehan û wiha got: “Ev yek dijberê rêgeza wekheviyê ye. Hepiskirina jinekê ya zanîngehekê ji hişmendiya demokratîk dûr e. Ne gengaz e em vê hişmendiya paşverû pejirînin. Li vî welatî her tim jin di plana duyemîn de ne. Di heman demê de dixwazin mafê hilbijartinê yê jinan ji destê wan bigirin û vîna wan tune hesibînin.”   NIKARIN TÊKOŞÎNA JINAN BISEKINÎNIN   Endama Koordînasyona Navendî ya Jinên Ciwan ên Azad (OGK) Nazli Yoyler jî, destnîşan kir ku zanîngehên jinan ên li Japonyayê, ji hişmendiya serweriya zilam serdest a samûray hatiye avakirin û wiha axivî: “Kevneşopiya samuray fikr û ramanên jinê tune dihesibîne û ji her derê tecrîd dike. AKP dizane ku têkoşîna jinan a bilind dibe nikare bisekinîne. Dixwaze bîrdoziya serweriya zilam li van zanîngehan bide û jenerasyoneke jinê ya nû ava bike.”   MA / Esra Solîn Dal