Li Esenyûrtê mirinek bi guman 2021-01-25 10:20:38   STENBOL - Li Esenyûrtê, Z.C. ya 17 salî bi awayekê bi guman ji berbana otelekê ket û jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê, Z.C. ya 17 salî, bi awayekê bi guman ji berbana qata 8’emîn a otelekê ket xwarê. Ekîbên tendurîstiyê û polîsan piştî agahî dayîna welatiyên derdorê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîbên tenduriyetê di mudaxileya ewil de diyar kirin ku Z.C. jiyana xwe ji dest daye.     Polîsan 4 kesên ku di otelê de bi Z.C. re bûn, ji bo îfadeyên wan bigirin, birin miduriyeta polîsan a navçeyê.