DAIŞ'ê qetilkirina hevserokên jin girt ser xwe 2021-01-25 10:17:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên DAIŞ'ê revandina û qetilkirina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî navçeya Deşîşayê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr girt ser xwe.   Li gorî Ajansa  Nûçeyan a Hawarê(ANHA), çeteyên DAIŞ'ê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe weşandiye revandin û qetilkirina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî navçeya Deşîşayê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr girt ser xwe.