Siyasetmedarê Kurd Metîn Adûgît hat definkirin 2021-01-25 09:34:37 WAN - Siyasetmedarê Kurd Metîn Adûgît ê li Herêma Kurdistana Federe bi awayekê bi guman dibin çavan de jiyana xwe ji dest da bû, li welatê wî Ebexê hat definkirin.   Cenazeyê Hevserokê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Navçeya Ebexê ya Wanê Metîn Adûgît ê sala borî li Herêma Kurdistana Federe ji aliyê Asayîşa Hewlerê ve hatibû girtin û di 10’ê Mijdara 2020’an de, li girtîgehê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da bû, duh di saetên şevê de ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Erziromê hat girtin. Cenazeyê Adûgît li goristana Taxa Şîkefta ya girêdayî navçeya Ebex a Wanê hat definkirin.    Parlamentera  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Mûazzez Orhan û gelek partiyî beşdarî merasîma cenazeyê Adûgît bûn.